Cîhan

Îsrail bingehên leşkerê rejima Esad bombebaran kir

alefirên şer ên Îsraîlê binkeyên leşkerî yên rejîma Sûriyê bombebaran kirin.

Îro artêşa Îsraîlê di tora xwe ya civakî ya twitterê de ragehand ku roja Înê hinek bingehên serbazî yên rejima Suriye bi balefiran bombebaran kiriyê. Bingehên leşkerî derdora devera bajarê Qinêtrayê te.

Li gor zanyariyên çapemeniyê, balefirên şer ên Îsraîlê 3 binkeyên rejîma Sûriyê kirine armanc û ziyaneke mezin geheştiye artêşa Sûriyê.

Artêşa Îsraîlê sedemê wê bombebaranê jî wek avêtina hin mûşekan ji aliyê Sûriyê ve bo ser axa Îsraîlê rawe kir.

Back to top button