Cîhan

Îsrail bi tundî bersiva êrîşa da

Şevîdin li herêma Gazayê roket avêtin nava Îsrail,derengê şêvê li Îsrail bi dengên sîrena xelk hişyarbûn. Ji aliyê Gazayê gelek fûze avêtin Îsrail.  Îsrail piraniya van fûzeyan ji hevayê de têkbirin. Êrîşa bi fûzeyan hatî kirin  ji aliyê Tevgera Cihada Îslamî ve bû. Vê rêxistine berpirsiyariya êrîşê girt li ser xwe.

Hukumeta Îsrail di cih de bersiva van êrîşa da û balefirên cengî û helikopteran êrîşê hinek deverên herêma Gazayê kirin. Dema dinya zelal bû, hat dîtin ku hinek avahiyên bûyîn armanca balefirên Îsrail bi temamî rûxabûn.

Li gora daxûyaniya berpirsên leşkerî yên Îsrailê ji aliyê Gazayê 34 fûze hatine avêtin ji wan jî 13 bi sistema bergiriya ezmanî hatin ji navbirin.

Berdevkê artêşa Îsrail Jonathan Conricus da xûyakirin ku ev êrîş ji aliyê Îran û rejima Suriyeve hatine kirin ew li pişt van êrîşane. Fermana van êrîşan li Şamê hatiye dayîn.

Bi navçitiya Misrê agirbestek hatiye ragihandin.

Back to top button