Polîtîk

PDK hukumetê li gel kî ava dike ?

Piştî ku YNKê rêya piranî û kêmaniyê bo zelal kirina pirsa serokkomariya Iraqê da ber xwe, PDK jî wek fraksiyona herî mezin a Kurdistanê heman rê bo pêkanîna hikûmeta herêma Kurdistanê dide berxwe.

Destpêka meha cotmehê de erkê serokkomariya Iraqê di berjewendiya namzedê YNKê û bi pişt girêdana piranî û kêmaniya nav parlamentoya Iraqê ve hat zelal kirin. Piştre serokwezîrê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ku heman demê de cîgirê serokê PDKê ye ragehand, ku YNKê bi vê rêya ku li Bexdayê daye berxwe ve, pêwîste li bendê be ku li Kurdistanê PDK jî dê heman rê bigre berxwe.

Di vê çarçoveyê de siyasetmedar û rêveberê berê yê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê Ebubekir Karwanî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ewên ku dibêjin, aliyeke siyasî bi tenê nikare kabîneya nû ya hikûmeta herêma Kurdistanê pêkbîne, ev yek ne wisa ye, ji ber aliyek eger piraniya kursiyên parlamentoya Kurdistanê bidest xistibe, bê guman ew alî jî PDK ye, ji aliyê kursî ve dikare kabîneya nû ya hikûmeta herêma Kurdistanê pêkbîne.

Malpera Sînor Medya ragehand, parlamenterê berê yê Tevgera Gorran Mihemed Kiyanî ragehandiye ku, PDK û Gorran li Şeqlawa derbarê beşdarbûna Gorran a di hikûmeta nû ya herêma Kurdistanê de civiyan e, lê civîn berî ragehandina encamên dawiyê yên helbijartina Kurdistanê pêkhatibû.

Navborî got, di şandeya Gorran de Mistefa Seyîd Qadir, Celal Cewher û Elî Heme Salih pêkhatiye û beşdarî wê civînê bûne.

Serokê Civata Giştî ya Tevgera Gorran Rauf Osman ragehandibû ku, Tevgera Gorran derbarê beşdarbûna hikûmeta herêma Kurdistanê de, hîn ti biryarek dawî nehatiye dayîn û ev babet dê di Civata Niştimanî ya Gorran de zelal bibe.

YNK dixwaze di hikûmetê de wekî berê kabîneyê de wek PDKê xwedî heman pişka be, lê parlamenterê Gorran Adil Ezîz ji BasNewsê re ragehand, pêwîste her partiyek li gor îstiqaqê xwe danûstandin li gel bê kirin. Û got: ‘’YNKê 21 kursî bidest xistiye, pêwîste li gor wê paye û kursiyên wezîrî wergire. Yan jî Tevgera Gorran 12 kursî bidest xist, divê li gor wê rêjeya xwe danûstandin li gel bê kirin.’’

Adil Ezîz got, PDKê 45 kursî bidest xistiye û dikare bi tenê li gel du aliyên din hevpeymaniyekî ava bike û kabîneya nû ya hikûmeta herêma Kurdistanê pêkbîne. Lê ‘’Eger bi rêkeftin paye neyên dabeş kirin, YNK bi wan 21 kursiyan ve nikare daxwaza payeyên bilind bike.’’

Back to top button