Polîtîk

PAK beşdarî civînên li ser banga HDPê çebûyîn nebûye

PAK beşdarî wan civînên ku di rojen 20 û 27ê cotmehê de ji bo tifaqa hilbijartinên herêmî li dar katin nebû

PAK beşdarîya civînên ku ji alîyê HDPyê hatîye organîze kirin yên ku di rojên 20 û 27ê cotmehê bi rojeva tifaqa di hilbijartinên herêmî li dar ketin nebû.

Bi îmzeya Hevserokên HDPyê rêzdaran Pervîn Buldan û Sezai Temelli bi nivîskî di roja 17yê cotmeha 2018an de li ser navê Serokê Giştî yê partîya me dawetîyeyek gihîşte partîya me. Di vê dawetiyeyê de Hevserokên HDPyê digotin, ‘Em dixwazin bi serok û pêşengên partîyên Kurdistanî re bên cem hev û derheqê pêşveçûnên dawî yên li Kurdistanê de hizr û nêrînên xwe bi hev re parve bikin û ji bo xurtkirina têkilîyên sîyasî yên di pêşerojê de bi hevre bişêwirin. Bi beşdarbûna we ya vê civîna bi xwarin, em ê gelek şad û bi hêz bin’.

Hîna ku weke PAK me biryara beşdarbûna vê civînê nedabû, ji alîyê Hevseroka HDPyê rêzdar Pervîn Buldan di roja 17yê cotmehê de daxuyanîyeke çapemeniyê hate belav kirin.Di vê daxuyanîyê de rêzdar Pervîn Buldan digot, ’Weke tê zanîn HDPyê bi partîyên Kurdistanî re di hilbijartinên 24ê Hezîranê de tifaqeke berfireh nikarîbû pêk bianîya. Lê di hilbijartinên herêmî de divê em vê tifaqê pêk bînin. Di 20ê vê mehê dê bi nûnerên van partîyan re civîneke me pêk bê. Ev tifaq ji bo me gelek girînge.Divê ev yeka ne bes weke tifaqeke hilbijartinê bê dîtin.Divê herweha bi perspektîfa yekitîya netewî em vê yekê binirxînin’.

Tiştên ku rêzdar Pervîn Bûldan bi van gotinan ji raya giştî re behs kiriye, tu eleqeya wê bi naveroka wê dawetîyeyê ku gihîştiye me ve tune bû.

Weke tê zanin PAKê di dema hilbijartinên 24ê Hezîranê de li gel partîyên Kurdistanî bi HDPyê re hinek hevdîtin pêk anî û di encama van hevdîtinan de HDP û partîyên Kurdistanî li ser 6 xalan li hev kirin.

Lê mixabin HDPyê ev 6 xalan nexist nav deklerasyona xwe ya hilbijartinê û ev jî bû sebeba bi serneketina hewla me ya tifaqa hilbijartinê. Herweha HDPyê ev 6 xal di deklerasyona xwe ya 23yê Gulanê ya ku li Amedê aşkere kiribû de jî bi cîh nekir. Heta îro jî HDPyê ji me û ji raya giştî re tu îzahat ne anîye da ku çima ev 6 xal di deklerasyonên HDPyê de bicîh nebûne.

Gelek aşkere ye ku sebebê biserneketina hewla tifaqa hilbijartina 24ê hezîran ev helwesta HDPyê ye. Lê mixabin, ew kesên ku li ser navê HDPyê daxuyanî didan raya giştî, mesele berovajî dikirin û agahdarîyên ji rastîyan dûr belav dikirin. Di van agahdarîyân de sebeba biserneketina hewla tifaqê , weke ‘’li hevnekirina li ser hêjmara parlamenteran’’ dihate nîşandan.

Bi rastî jî, ev helwesta HDPyê ya di derbarê hilbijartinên 24ê hezîranê de bûye sebebê gelek fikare û pirsên girîng.

Li gel helwesta HDPyê ya di pêvajoya hilbijartinên 24ê Hezîranê de , HDP di naveroka civina 20ê cotmehê de jî bi şefafî tevnegerîya û civîn bêyî ku biryareke hevbeş hebe hate îlan kirin. PAKê got HDPyê bêyî îradeya me û bi naverokeke cuda ev civîn ji raya giştî re îlan kir û got heger civîn ji bo hilbijartinên herêmî be, emê beşdar nebin û Ji ber van sebeban jî PAK beşdarî civîna 20ê cotmehê nebû.

Roja 20ê cotmeha 2018an HDP li gel hinek partîyan civînek di derbarê hilbijartinên herêmî yên 2019an de li dar xist. Di vê civînê de biryar hate sitendin ku , bangî wan partîyîyên ku neçûne civîna 20ê cotmehê jî bikin. Lê PAK başdarî civîna 20ê cotmehê jî , ya 27ê cotmehê jî nebû. .

Di derbarê hilbijartinên herêmî yên ku di 31ê Adara 2019an de dê li dar bikeve , sîyaseta PAKê zelal e. PAK dibêje, em dixwazin bi namzedên serbixwe beşdarî hilbijartinên herêmî bibin. Ji ber vê yêkê jî PAK beşdarîya civîna 20ê cotmehê jî, ya 27ê cotmehê jî ya ji alîyê HDPyê ve hatîye organîze kirin nebû.

PAK dê hewl bide ku li gel partîyên sîyasî yên Kurdistanî, dezgehên sivîl û şexsîyetên etnîk, olî ,mezhebî , civakî yên di civatê de cîhekî wan ê bi rûmet hene , Platforma Namzedên Serbixwe yên Welatperwer û Demokrat bê ava kirin û bi vê Platformê em bi namzedên serbixwe beşdarî hilbijartinên herêmî bibin.

Di rojên pêş de, emê teferûatên sîyaseta xwe ya di derbarê hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara 2019an de û nexşe rêya xwe ya di vê derbarê de ji raya giştî re aşkere bikin.27.10.2018

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

 

Back to top button