Nivîsar

HDP, aliyên Kurd û hevkariya hilbijartinên herêmî

HDP ji bo hilbijartinên herêmî leyiztikek siyasî dileyze. Berpirsên HDPê banga hevkariyê ji bo hilbijartinên herêmî dikin. Heta niha hinek civîn li gel hinek aliyên kurd hatine çêkirin. Yanî hinek partî tevlî civîna bûne.

Ji berî her tiştekî di hilbijartinên 24 Hêzîranê de 5 aliyên Kurdistanî di nava xwe de Tifaqa Kurdistanî ji bo hilbijartina ava kirîbûn. Li gel HDPê li hevnekirin yan jî HDPê guh neda wan . Lê ya rast ferman ji Qendîl hat û ew hevkarî pêknehat. Ji ber ku Qendil bi zimanek zelal da xûyakirin ku HDP li gel aliyên Kurd hevkariya nake.

Di wê demê de Tifaqa Kurdistanê daxûyaniyek derxist û da xûyakirin ku, dê Tifaqa Kurdistanî heta hilbijartinên herêmî berdewam be. Rastî îro nayê zanîn ku ev Tifaqa Kurdistanî berdewam e, yan têkçûye. Di vê derbarê de tu beyan tuneye.

Ji aliyek din partiyên tevlî civînê HDPê dibin, eger Tifaqa Kurdistanî berdewam be, ji bo çi bi serê xwe tevlî civîna dibin. Na eger têkçûbe gerek vê yekê ji raya giştîre bidin xûyakirin.

HAK-PARê di derbarê hilbijartinên herêmî û tifaqa li gel HDPê de daxûyaniyek da û serokê HAK-PARê Refik Koç di vê derbarê de dibêje: Siyaseta em rêve dibin û ya HDP rêve dibe ne wek hevin. Em siyaseta HDPê ya di derbarê pirsa Kurd de rast nabînin.Ji bo vê yekê me got em li gel HDPê gotuibêjê nakin.

Ji aliyek din heta niha PAKê daxûyaniyek di vê derbarê de belav kiriye û dibêje: Di derbarê hilbijartinên herêmî yên ku di 31ê Adara 2019an de dê li dar bikeve , sîyaseta PAKê zelal e. PAK dibêje, em dixwazin bi namzedên serbixwe beşdarî hilbijartinên herêmî bibin. Ji ber vê yêkê jî PAK beşdarîya civîna 20ê cotmehê jî, ya 27ê cotmehê jî ya ji alîyê HDPyê ve hatîye organîze kirin nebû.

PAK dê hewl bide ku li gel partîyên sîyasî yên Kurdistanî, dezgehên sivîl û şexsîyetên etnîk, olî ,mezhebî , civakî yên di civatê de cîhekî wan ê bi rûmet hene , Platforma Namzedên Serbixwe yên Welatperwer û Demokrat bê ava kirin û bi vê Platformê em bi namzedên serbixwe beşdarî hilbijartinên herêmî bibin.

PAKê siyaseta xwe zelal kiriye, di daxûyaniya PAKê de jî dixweyê ku Tifaqa Kurdistanî ya hilbijartina bi awayekî têk çûye.

Hevseroka HDPê Pervin Buldan di daxûyaniyek ya xwe de behsa civîna li gel aliyên din re dike û siyaseta HDPê di derbarê tifaqa hilbijartina de diyar dike. Buldan dibêje: Weke tê zanîn HDPê bi partîyên Kurdistanî re di hilbijartinên 24ê Hezîranê de tifaqeke berfireh nikarîbû pêk bîne. Lê di hilbijartinên herêmî de divê em vê tifaqê pêk bînin. Di 20ê vê mehê dê bi nûnerên van partîyan re civîneke me pêk bê. Ev tifaq ji bo me gelek girînge.Divê ev yeka ne bes weke tifaqeke hilbijartinê bê dîtin.Divê herweha bi perspektîfa yekitîya netewî em vê yekê binirxînin.

Gelo ji 24 Hezîranê heta niha çi bûye ku Buladan vê axavtinê dike? Buldan divê vekirî bikaribe behsa sedemên pêknehatina tifaqê 24ê Hezîranê de bike, piştre îro daxwaziya tifaqê ji bo hilbijartinên herêmî bike. Etika siyasî vê rêyê dide pêşiya mirov.

Li vê derê du pirs derdikevin holê.

Yek jî ewe ku her partiya Kurdistanî tevlî civînên HDPê bibin divê ji Buldan bipirsin, hun wek HDPê xwe partiyek kurd nabînin. Başe partiyek ku xwe wek partiyek kurd û Kurdistanî nebîne bi çi wateyê behsa“ Yekitiyek bi perspektfên netewî“ dike?

Duyem divê ji Buldan bê pirsîn ku, siyaseta Qendil di derbarê Tifaqê de çiye? Hun dikarin bi însiyatifa xwe biryarê bigrin û ji derê siyaseta Qendil li gora siyasetek legal û sivîl wek HDPê biryarek azad bidin?

Heta ku HDPê bersiva van herdu pirsan nedê tu hevkarî li gel aliyên Kurdistanê pêknayên û eger bi hinek aliyan re hevkariyek çêbibe jî ew dibe leyiztikek ya HDPê.

Ev manavrayên siyasî yên HDPê gelek cara hatine dîtin. Ji herkesekî bêhtir aliyên Kurdistanî vê dizanin, ji ber ku HDPê gelek aniye serê wan. Tu cara HDPê bi mejiyek Kurdistanî li gel aliyên din yên kurd rûneniştiye û ew tu cara bi cidî jî negirtine.

HDP bikaribe dewsa partyên marjinalên çep li ser xetek netewî li gel partî û aliyên Kurdistanî li ser prensibên netewî hevkariya bike gelekî başe. HDP bikaribe bi îrada xwe tevbigere hêja baştir dibe.

HDP xwe wek partiyek kurd deklere bike û li ser xetek netewî li gel aliyên din yên Kurd tevbigere hêja baştire.

28.10.2018

Nûçe/Analiz N.Firat

 

 

Back to top button