Polîtîk

Îsraîl bi Kurdî Newrozê li gelê Kurdistanê pîroz kir

Îro li Herêma Kurdistanê agirê Newrozê hate pêkirin, rûpela fermî ya dewleta Îsraîlê jî bi zimanê Kurdî pîrozbahiya Newroz li gelê Kurdistanê kir û dibêje: Hêvîdarîn sala nû bibê sala tendirustî û serkeftina cîhanê li ser Corona. Li peyama Îsraîlê da hatiye, hêviya bextewerî, tendirustî û aştiyê ji bo we û hemû mirovayetiyê dixwazîn.

21 ê Adar serê sala Kurdî ye û cejna Newroze, li Kurdistanê jî li vê rojê da agirê Newrozê pêdikin û xelk bi cilê xwe yê neteweyî, govend û geşt û seyranê pêşwaziya sala nû dikin. Îsal sala 2720 a Kurdî ye ku beramber sala 2020 ê zayînî ye.

Back to top button