Polîtîk

Serok Barzanî 25 saliya YNDK pîroz kir

Peyama pîrozbahiya Serok Barzanî ya bi helkefta 25 saliya damezrandina Yekîtiya Neteweyiya Demokrata Kurdistanê

Birêz Kek Xefûr Mexmûrî Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Neteweyiya Demokrata Kurdistanê

Bi helkefta bîst û pênç saliya damezrandina Yekîtiya Neteweyiya Demokrata Kurdistanê germtirîn pîrozbahiyê pêşkêşî we û Endamên Mekteba Siyasî û Serkirdayetiya Yekîtiya we û hemû kadîr û endam û alîgirên we dikim.

Li vê helkeftê de bi pêwîstî dizanim spasî helwestên we yên neteweyî û niştimanî bikim yên li ser wan qeyran û gefên li salên derbasbûyî li ser gelê me da hebû. Destxweşiyê li erk û çalakiyên we dikim û hêviya geşbûna berdewam û serkeftinê ji bo we dixwazim.

Newroza we pîroz û bimînin bi xêr û xweşiyê de

Mesûd Barzanî
21.03.2020

Back to top button