Cîhan
Îsrail ava deryayê berdide nav tunelên Hemasê!

Rojnameya Wall Street Journal roja Sêşemê ji zarê karbidestên Amerîkî ku navên wan eşkere nekir, ragihand ku IDF dest bi kişandina ava deryayê bo nav kompleksa tunela Hamasê li Xezeyê kiriye, û got ku ev pêvajo dê bi hefteyan bidome.
Li gorî rojnameyê, hin karbidestên rêveberiya Biden gotin ku ev pêvajo dikare bibe alîkar ku tunelên ku Îsraîl bawer dike ku Hamas dîl, şervan û cebilxane têde vedişêre bêne valakirin. Karbidestên din jî nîgeraniya xwe anîn ziman ku ava deryayê dê çavkaniyên ava şirîn ên Xezayê bixe xeterê de.