Îsmaîl Beşikçî û têgeha Demokrasî û Azadîya PKK’ê

Van Rojên paşî ku Îsmail Bêşikçî rexneyên bingehîn li PKK’ê girtin û sîyaseta PKK’ê ya li himber Hukûmeta herêma Kurdistanê bi tûndî rexne kir, medya PKK’ê,hewadar û layengirên wê, êrişek bêwîjdanî ajotin ser mamosta Bêşikçî, tevayî xebat û rabirdûyê Bêşikçî li ba PKK’ê û layengirên wê tûne kirin. Em bawerin ger Bêşikçî bidest rayedarên PKK’ê bi keta an jî wana derfet bi dîtina wê Bêşikçî bi kûştana jî, lê ev zemîn ji bona PKK’ê nîne. Bi nêrîna me PKK’ê bi vî helwêstê hanê xwe kuşt, bi vî êrişa ne mirovane bo ser kesayetek zanistî û berxwedanvanekî  azadîxwaz û mirovdost weke Bêşikçî, PKK’ê îspat kir ku, ew rûhê Kemalîzmê û faşîzmê diparêze. Tevayî propaganda wan ji bona azadî, demokrasî û dadperwerîyê virên valane, derewin. Em bawerin ev helwesta PKK’ê ewê li ba  Gelê Kurd û dostên Kurdan jî  gelekî giran liser PKK’ê  temam bibe. Lê divê di bin rohnîya van rastîyan de car din hizra PKK’ê ji bo demokrasîyê, ji bo azadîya raman, û dadperwerîyê bê dadgeh kirin.

1-Ger mirov nêrînek zanistî û têgehîştinek dîrokî rast hebe, pêwîst nake tûcarî mirovan zêde mezin bike, an jî mirovan bike xûda, çûnkî mirov çend mezin û çend bûhadar bin, çend rûmetdar bin dîsan jî mirove, qasî başî û rûmetên bilind hebin, di be  ku şaşitî û alîyên wanî nerênî jî hebin. Lê ev kiltûra bilind kirin û mezin nîşandana mirovan ji PKK’ê û rejîmên dîktatorên deverê, weke  Kemalîstan, rejîmên Baas yên Sûrîya û Îraqê ket nava Bizava  Kurdan, ne xasme PKK’ê APO weke xwedayek nîşanî kadro û xelkê xwe da û ew xistin cihê welat, gel, doz û tevayî rûmetan. Heya geha wê astê kû di meş û tevayî munasebetên PKK’ê de nexşê Kurdistan,ne Sîmbolên netewî û ne tû kesek din nahê dîtin tenê APO heye. Lê me teva bi çavên xwe dît ev APO’yê kû PKK’ê kirin xweda çawa li hember leşkerên Tirka rezîl û stoxwar sekinî, di Dadgehê de li hember tevayî medîya cîhanê weke danpênerek( îtîrafçîyek) derket pêşîya medîya.  Kesatiya xwe, doza gelê Kurd û ew Bizava ku bi dehan hezar şehîd dabûn tev kirin sifir û rûmet nedan vam bûhayan, hemî kirin qurbana xwe. Ew dem her mirovekî azadîxwaz û Kurdperwer têgehîşt ku  tu meznahî û rûmeta APO nîne û ew wek balonek vala bi qula  derzîyekê vala bû. Sexmeratî vê rastîyê jî ne Konsey, ne jî rêxistinên PKK’ê gotinek  jî liser APO û helwêstên APO ne gotin, ew Kadroyên PKK’ê jî ewên li hember derketin tev hatin tesfîye kirin, yan hatin kuştin an jî neçar man refên PKK’ê hêlan. Lewra yê ku werqas rezalet û şermezarîyê qebûl bike, yê ku kesekî weke APO teslîmîyetkar û îtîrafçî bi serokê xwe qebûl bike ew bi çî awahî nikarin rexne li mirovekî weke Bêşikçî bigrin ew Bêşikçîyê ku tevayî jîyê xwe di girtîgehên faşîzmê de derbaz kir û tenê rojekê jî ne hizra xwe guhert ne jî liser doza Kurd ji pirensîpên zanistî tawîz neda tû deshilata.Beşikçî dûnê li hember Tirka  parastina doza Kurd kirîye, parastina rastîya kirîye, îro jî li hember PKK’ê rastîyan di parêze, dûnê PKK, parast lê îro jî PKK’ê rexne dike, ev gelek normale, tû şaşîtî û ne rastî di vir de nîne.

2- Ger tû kes Bêşikçî nas neke û bê ageh bin liser derbasbûyê Bêşikçî, PKK û derdorên PKK’ê Bêşikçî baş nas dikin, Medîya PKK’ê bi hezaran rûpel liser berxwedan û helwêstên Bêşikçî weşandine, bi salan Bêşikçî manşetên Serxwebûn û organên ragehandina PKK’ê bû, lê îro Bêşikçî bûye armanca êrişên PKK’ê. Ev ew hizir û ramana Faşîzmê’ye ya ku dixwaze her mirovek di xizmeta wê de be, ew xwe navenda gerdûnê dibîne, pîvanê hemî rastîyan xwe dibîne, ew bi xwe pirensîp û pîvana rûmetan dizane. PKK’ê berê jî hertim ev raman parastîye, herkesê di xizmeta PKK’ê û berjewendîya PKK’ê de be, bi nêrîna PKK’ê ew welatparêze, ew dûrûste, ger ne di xizmeta PKK’ê de be ew xaîn û welatfiroşe, em dizanin PKK’ê bi sedan Kadroyên xweyî serkirde bi vî awahî kuştine û mora îxanetê li wan xistine. Gelo çawa çê dibe di nav şev û rojekê de mirovên qehreman di bin xaîn, xaîn jî di bin qehreman li gor kîjan yasa, li gor kîjan destûr ev hukum tê dayîn? Ev bê moralî û bê pirensîpîya PKK’ê li her derê, li tevayî dîroka PKK’ê xwe nîşan dide. Ev bizavên bi vî awahî xwe têxin şûna tevayî rûmetên civakî, netewî û mirovî di dirêjîya dîrokê de ji dervî wêran kirin, helandina civakê û tûnekirina behayê jîyanê tû feyde nedane tû civaka, tû carî xizmeta azadî û demokrasîyê ne kirine, welat ava ne kirine. Mînaka partîyên Komonîst, û sosîyal- nasîyonalîst mînakên berçavin. Dîrok şahide  bê çawa ewana cîhan di nava xwînê de gevizandin. Em tev dizanin Partîya Komonîsta Sovîyetê, Nazîyên Alman çawa ew rewşenbîr û kesatîyên hizirmend ên kû weke wana ne fikirîn bê deng kirin, peyra civak tev ber bi mirin û tûne bûnê birin. Ger PKK’ bi van îmkanên kêm û deshilata xweyî sînûrdar dema weha êrişî kesatîyên hizirmend dike, ew baş nîşan dide ger desthilat bikeve dest wana zemîn  ji PKK’ê re berhev bibe, ewê rê nede tû hizrên azad. Her mirovê weke PKK’ê ne fikire ewê mafê jîyanê nede wana.

3- Em bawerin Pirsgirêka PKK’ê bi Îsmaîl Bêşikçî’ re ne îroye, ne jî ji ber wê çendêye kû rexne li sîyaseta PKK’ê ya li hember Hikûmeta herêma Kurdistanê ye. Belkî PKK hertim li delîveyan di gere da kû hemî ew kesên behsa dewleta Kurdî dikin, hemî ew hizrên kû dewlet bûna Kurdistanê diparêzin bê deng bike.

Piştî girtina Ocalan, PKK’ê li gor sitratejîya Îmralî pirsa Kurd, Kurdistanî bûn ji rojeva xwe derxist, tenê navê Kurdistan jî liser rêxitinên xwe rakir. ( li Rojava navê partîya wan Partîya Yekêtîya Demokrat PYD, li Bakûr Partîya Demokratîka Gelan HDP, Li Başûr Partîya Çareserîya Demokratîk PÇDK, Li Rojhilat partîya jîyana Azad, PJAK, ava kirin. Di tevayî şirove û daxûyanîyên APO û rayedarên PKK’ ê de dakokî liser wê çendê tê kirin kû ew dewlet bûna Kurdistanê na xwazin, ew yekêtîya xaka Tirkîyê, Îranê, Îraq û Sûrîyê dixwazin. Ev hizra kû PKK diparêze hizra Kemalîzmê, Baas û Îrançîtîyê’ye kû zêdey sed salin bizavên şoven yên Tirk, Ereb û Farsan li hember kurdan di parêzin û ev hizir sedema tevayî Komkujî, malwêranî û Enfalên Kurdistanê ye. Îsmaîl Bêşikçî berevajî tevayî van hizran pişgîrîyê li Serxwebûna Kurdistanê dike. Bêşikçî pişgirîyê li dewlet bûna Kurdan dike. Ev Helwêst û ramana Bêşikçî li dijî hizr û ramanên APO ye, ku Îro ev hizrên APO nûnêneratîya dewleta Kûra Tirk dike. Ji ber vê çendê PKK ne tenê şerê kesatîya Îsnaîl Bêşikçî dike, belkû di kesatîya Beşikçî de şerê hizra Serxwebûna Kurdistanê di ke.

Di bin navê dijatîya Bêşikçî de şerê tevayî wan hizrên azad dike ewên hizra dewlet bûna Kûrdistanê di parêzin. Bergirî kirin li herêma Kurdistanê nahê wateya bergirî kirin li partîyekê an jî li rêbazekê, hizirmendên weke Bêşikçî baş dizanin hebûna perçek xaka azad bi navê Kurdistan ji bona Kurdan çiqas buhadar û giringe, lewma her kesê qasî serê derzîyê jî xemxwerîya Kurda hebe ewê vê herêmê bi parêze, hewildanên têkdan û xerakirina vê herêmê hewilên dijminkarîne, hewilên neyar û dijminane, dema Bêşikçî pê li tevayî berjewendîyên şexsî dide û rexne li kiriyarên têkder yên PKK’ê digire, têkilîyên PKK’ê û Haşdî Şeebî şermezar dike, eve ji helwêstek mirovî yê berpirsîyarîyek azadîxwazî tê, lê PKK’ê ku destê xwe daye dewleta Kûra Tirkîyê û dezgehên tarî yên Îran û welatên deverê  dixwaze rastîyan veşêre, dixwaze Bêşikçî bike rojev, Bêşikçî tometbar bike, û bi demagojîyê rastîyan berevajî bike.

4-Destpêka damezrandina PKK’ê û heya îro şerê PKK’ê şerê tûne kirina rûmet û buhayên netewa Kurdin, şerê tûnekirina Keltûr û jîyana Kurdewarîye, şerê nehêlana kesatîyên Kûrd û resenatî( orjînalîteya) Kurdîye. Ev şerê îro li hember Beşikçî jî tê kirin perçek ji vê sîyasetê ye. Raste Îsmaîl Bêşikçî mirovek bi regez( bineçe) ne Kurde, Tirke, lê Bêşikçî ji dema ku çûye leşkerîya Tirkîyê di temenê gencitîya xwede heya îro bi civaka Kurdan re, bi kesatîyên Kurd re, bi bizava Kurd re, bi derd û janên gelê Kurd re dijît, ew ji Kurdan baştir şarezayê civak û dîroka Kurdaye. Ew bûye sembokek bo kesatîyeke demokrat û azadîxwaz li deverê. Sedemê mezinbûna Bêşikçî jî pêdagirîya wîye liser rewabûna doza Kurd. Bi wateyek din Bêşikçî û doza Kurd weke goşt û hestî bi hevre hatine girêdayîn, ya herî balkêş jî ewe ku Bêşikçî tu berjewendîyên kesî  di vê pirsê de nîne. Bi vî awahî Bêşikçî bûye sembolek, bûye mînakek bo kesatîyek demokrat di Rojhilata Navîn de, her mirovek Tirk, Ereb an Îranî behsa demokrasîyê bike, dikare Bêşikçî weke mînak bibîne. Lê dema PKK bi vî awayî, dixwaze van sîmbolan tûne bike, van mînakan reş bike, di vir de peyamek kûr heye, peyama dagîrkeran heye, peyam jî eve:” Nekin tû kesek Tirk, Ereb an jî Faris parêzvanîya doza Kurd nekin..! Her kesê parêzvanîya Kurda bike, Kurd bi xwe ewê wî rezîl bikin, çawa PKK’ Beşikçî rezîl kir, herkesek bergirîyê li Kurda bike ewê rezîl bibe..!”Di vir de mebestek dijminkarî stratejîk heye, armanç ewe tû kes dostîya Kurdan neke,ên ku bikin jî wana rezîl bikin. Ev armancek nîye bi rêkeft hatibe hilbijartin, belkî eve bi zane bûn û bi hesab tê kirin.

Bi kûrtî PKK, di bêje ;

– Herkesê weke PKK’ê ne fikire ew xaîne,ew dijminê Kurdane.

– PKK, kê bi pejirîne ew welatparêz, demokrat û azadîxwaze, ê kû PKK, ne pejirîne ew welatfiroşe, paşvero û kevnepereste.

– PKK Li kur be ew der Kürdistane, rêxistina PKK’ê li kur be ew der Kurdistane, dervî vêna tu Kurdistan tû hebûna Kurdan nîne.

– Herkesê piştevanîya PKK’ê neke, xebat û karên PKK’ê ne pejirîne, mafê jîyanê nîne û divê bimire.

– PKK, di bêje PKK pîvana hemî rastîyane,hemî rastî divên di fîlterê PKK’ê re derbaz bibin, ên kû derbaz nebin çewtîne nahên pejirandin

Ev hizra PKK’ê hizrek faşîste, hizrek Stalînîste, hizra rejîmên dîktatore, di dirêjîya dîrokê de van hizrên bi vî awahî tû civak azad nekirine, tû civak ava ne kirine, civak herifandine, civak wêran kirine, civak ber bi tarî bûn û bêçaretîyê birine.Dîroka PKK’ê di çil salên derbaz bûyî de vê rastîyê nîşana me dide, û her roj PKK mînakên teze ji bona van rastîyan zêde dike, weke îro êrişî Îsmaîl Bêşikçî dike, ev mînakek gelek balkêşe.

2712.2020

Analîz/Rojevakurd

Nerîna min :