Cîhan

Îsal di demeke giring de konfiransa COP28ê tê kirin

Serokwezîr Mesrûr Barzanî radigehîne, konfiransa Kopîtka Cîhanî ya Keşûhewayê (COP28) di demeke giring de tê kirin”.

Îro roja Înê, 1ê Berçileya 2023ê, Serokwezîr Mesrûr Barzanê li tora civakî ya “X”ê nivîsiye, “Îsal di demeke giring de konfiransa Kopîtka Cîhanî ya Keşûhewayê (COP28) tê kirin”.

Herwesa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê nivîsiye, “Gefên guhertina keşûhewayê sinoran nas nakin, lewma divê em ji bo berhingarbûna wan bi hev re kar bikin”.

Îro roja Înê, 1ê Berçileya 2023ê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li bajarê Dubey tevlî merasîmên vekirina Kopîtka Cîhanî ya Keşûhewayê (COP28) bû û ji aliyê Serokê Îmaratê Şêx Mihemed bin Zayid al Nehiyan û Sikirtêrê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî António Guterres ve pêşwazî lê hat kirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêştir jî li tora civakî ya “X”ê nivîsîbû, “Çarekirina guhertinên keşûhewayê pêdivî bizavên bikom e. Ez dilxweş im ku li COP28ê me, ji bo tekezkirina wan karên giring ên ku em bi rêya hevpariyên xwe dikin”.

Back to top button