Îro salvegera koça milyonî ya sala 1991 ê gelê Kurdistanê ye

Li 31 adara sala 1991 koça milyoniya gelê Başûrê Kurdistanê wîcdana cîhana hejand. Li rojekî wekî îro ya wê salê da bi mebesta nerazîbûn derbirîna beranber vegerana artêşa zalima rejîma Be’esê rûxayî rêya êrîş û zorî û serbaziyê gelê Kurdistanê mezintirîn koçberiyê ya li ser sînorên Kurdistanê destpêkir.

Li vê rojê de zêdetirê milyonek hemwelatiyên Kurdistanê li bin baran û befrê berê xwe dane çiyayên Kurdistanê û trajediya wan destpêkir. Li encamê da hejmareke zêdeyê wan koçberan ji birçîbûn û sermayê jiyana xwe ji dest dan ku zêdetirê wan kesan zarokên biçûk bûn. Ji bilî wê serma û baran û birçîtiyê artêşa Iraqê bi firoke û topxaneyan bombe li ser koçberên Kurd dibarand wan hemwelatiyên bê çek û bê tawan dikuşt.

Li 5 nîsana sala 1991 Encûmena Asayîşa Navdewletî biryara hejmara 688 derxist û têda balkişand li ser zordariya rejîma Be’es ku li dijî hemwelatiyên medeniyê Iraqê dike.

 

Nerîna min :