Nivîsar

Îro roja bîranîna nivîskar Selah Sadallah e

 

Selah Sadallah yek ji nivîskarên pir bi berhemdarê Kurde ku di 15/11 1930-ê de li bajarê Zaxoyê ji dayik bûye. Xwendina xwe li Rewandiz, Dihok, Mûsil û Portsmouthê bi dawî aniye. Wî nêzîkî 20 kitêban ji zimanên cuda cuda wergerandine. Sadallah her wiha çendîn kitêb nivîsandine û ferhengeka mezin ya Îngilîzî-Kurdî bi navê »Ferhenga Selaheddîn«î çêkiriye û çapa wê ya yekê di sala 1998-ê de li Bexdayê belav bûye. Selah Sadallah hevjîna Sînemxan keça Celadet Bedirxane û wan keçek bi navê Dilnazê û kurek bi navê Azad heye. Ew li roja 18/10 2001-ê de xatira xwe ji hezkirên xwe xwest û li Zaxoyê hate veşartin.

Selah Sadallah yek ji nivîskarên pir bi berhemdarê Kurde ku di 15/11 1930-ê de li bajarê Zaxoyê ji dayik bûye. Xwendina xwe li Rewandiz, Dihok, Mûsil û Portsmouthê bi dawî aniye. Wî nêzîkî 20 kitêban ji zimanên cuda cuda wergerandine. Sadallah her wiha çendîn kitêb nivîsandine û ferhengeka mezin ya Îngilîzî-Kurdî bi navê »Ferhenga Selaheddîn«î çêkiriye û çapa wê ya yekê di sala 1998-ê de li Bexdayê belav bûye. Selah Sadallah hevjîna Sînemxan keça Celadet Bedirxane û wan keçek bi navê Dilnazê û kurek bi navê Azad heye. Ew li roja 18/10 2001-ê de xatira xwe ji hezkirên xwe xwest û li Zaxoyê hate veşartin.

 

Nivîskar û rewşenbîrê Kurd Sadallah zêdetirî 20 pertûkên xwe pertûkxaneya Kurdî xemiland. Yekemîn pertûka Sadallah li sala 1958 an de li Londraya paytexta Brîtanya bi navê S.S. Gavan pertûka (Kurdistan Divided Nation Of The Middle East) bi zimanê Ingilîzî hatibû çapkirin.

 

Her wiha yekemîn ferhenga Ingilîzî – Kurdî ya bi navê Ferhenga Selahaddîn (Bi pîtên Latînî û Erebî) û pertûkên xwe yên wergerên Erebî bo Kurdî ji hêla xwendekaran ve zûtir hate naskirin.

 

Berhema herî dawî û giranbiha ya Selah Sadallah pertûka Ehmedê Xanî Mem û Zîn bû ku ji Kurdî wergerandibû li ser zimanê Ingilizî û ji hêla weşanxaneya Avesta ve li Stenbolê hatibû çapkirin.

Her wiha ji bo salvegera bîranîna wî de, kitêba Musa Anter ya bi navê Birîna Reş ku wergerandibû ser zimanê Erebî bête weşandin, her wiha pertûka (Kurdistan Divided Nation Of The Middle East) jî bi zimanê Erebî bête belav kirin.

 

Yek ji nivîsên di derbarê zimanê Kurdî yê Selah Sadallah

 

Zimanek û dû Zarav

01.08.2007

 

Çend dij Kurmancan di vî konferansî da, yan kongireyî kaxezek belavkirin û bê şermî havîtin hîmdad û hêmayên rewşenbîriya nû ya Kurdî, an jî binemala Bedirxanê yan, bi giştî û mîr Celadet Bedirxan û mîr Kamiran Bedirxan be taybetî…

 

Gava min kitêba xwe amadekirî bo çapkirinê êrîşek li dijî kurmancî destpêkirîbu. Ev êrîş ji berhevdana asayî ya Soranî yan Kurmancî bu, ji bo gihiştina astek neyarî ya her şitek Kurmanc. Disa dahula kevina peritî hatibu lêdan:

 

Dahula zimanê edebî yê yêkgirtî, carek din em vegerandîn paş, em bi salan zivirandin dê roja 27 / 2 / 1978  hînga çend rewşenbîrên Soran li Bexda ji wezîrê ragihandinê Seid Qasim Hemudî xwestîn ku Kurmancî di nav radyoya Kurdî ya Bexda ya hikumetê de qedexe bikin. Hîngê min kitêba xwe, li babetê zimanê Kurdî “Hul allixeal Erebiye” bi zimanê Erebî nivîsî belavdikir, her çend bi zehmet bû, çunku jin û mêrekê din ku li dezgehek hikumetê kar dikirin û biha giran bûn li nik birêveberî du caran kitêba min bi pisporî dane qedexe kirin çi bikin jî kitêb derket.

 

Bi xêra pisporî ya camêrekê ku bi alikarî wezareta Ewqafê bu li Bexda, diyar e kitêbê karê xwe kir çunku kêşe nerm bu, êdî xelkê kêm li ser babetî diaxift, heçku her kesê digot eve ne ew deme, bila jiyan bi xwe çareyekê bo vê pirsê bibînêt.

 

Niha ne her berhevdane ku kişik zarav baştire, niha heval û hevbirên wan rewşenbîrên li Bexda ji wezîrê beesî xwestîn Kurmancî qedexe bikin desthelatdarên di nav hikumeta herêma Kurdistanê da, û vê dest helatî pê dijî Kurmancî bi kar dihênin.

 

Pêngava yekema zelamê wan avêtî di vî warî da rakirina xwendina Kurmancî bu li devera Behdînan, an ku nehêlana xwendinê bi zimanê dayikê li wê deverê, piştî xwendina şeş salan û encamên başên perwerdeyî. Rewşenbîrên deverê, li gel pispor û dayik û bavên zarawkan, bi yek deng dijî vê pêngavê rabûn û bizavê dikirin da ku vê biryara çewt nîtar bikin.

 

Li dawiya Hezîrana (2007) serokê herêma Kurdistanê heftû yekê ser parêzgeha Dihokê da, wî jî li ser zimanî çi edebî yê yêkgiranî axaft, lê wek erkê hemî neteweyî Kurd. Eşkereye netewe neşêt vî erkê bi cihbînit heke azad nebêt. Nê çawa mirov dişêt zimanê edebî yê yekgirtî bê Kurdî berpe bikit heke wilatê Kurdan Kurdistan bi xwe yekgirtî nebit? Yan heke mafî xwendin û nivîsînê bi zimanî Kurdî nebit? Lê rastî qerqeşeya li ser zimanê edebî yê yêkgirtî dihêt kirin “hu îrad be batir ” raste lê puçe. Armanc: Nehêlana Kurmancî ye zimanê resenê Kurdî li devera Behdînan, niha vê gavê diyare hindek mirov bilezin.

 

Li ser Soranî Kurmancî gelek hate nivîsîn û gotin: Ji layê hunerî ve, ji layê rênivîs û rêzimanî ji layê pêşketinê bi giştî. Eve jî baş e, her çende ku hindek serçil têda pel dikin ku nivîsîna kirêta sê waw û sê ya di yek peyvê da li duv yek rêzikî le tirane ye lê zimanê edebî yê yekgirtî ye! Çi bitin berhevdan bi xwe başe li ser astek hunerî, mirov jê hîn dibit, ziman jî bêguman pê geş dêt. Lê bervedan ji hunerî ya zimanî derket.

 

Niha êrîş li ser Kurmancî û her tiştê bi Kurmancî ve girêdayî wek elif û bê her çend e ku Kurmancî Kurdî hevkin, wesa xanê yê mezin di mem û zîn ya rengîn da bikarîna, vêca mirov bivêt nevêt êrîşa dijî Kurmancî êrîşa dijî Kurdiye.

 

Vê dumahîka gulana bihurî 22 -24 / 5 / 2007  konferansek perwerdeyî li Hewlêrê hat sazkirin. Konferans mîrî anku fermî bu, çunku wezareta perwerdeyî sazkir êrîşa dij Kurmancî serê xo bilindtir kir, heçku sazkerên konferensê ew çêkirin bo vê meremê.

Çend dij Kurmancan di vî konferansî da, yan kongireyî kaxezek belavkirin û bê şermî havîtin hîmdad û hêmayên rewşenbîriya nû ya Kurdî, an jî binemala Bedirxanê yan, bi giştî û mîr Celadet Bedirxan û mîr Kamiran Bedirxan be taybetî, bê ku berpirsê konferensî moyekî be ji serê xo şaş bikin bo vê xinzî ya mezin. Ev xinziye divê kaxeza bi navnîşanê zimanî standardî Kurd û elfûbê standardî Kurdî, komele gotarêk eve bi bê rênavê gutî: Ferhad Şakelî.

 

“le naw Kurd da kes hêndey binemaley Bedirxan dilsozî bîr û bawer û îdelogiy Etaturk nebû. Ewan eger çî berwalet dijî Turkiya bûn, belam le rastîda nakokiyan teniya leser deselat bû, Celadet û Kamiran Bedirxan le hemû jiyaniyan da hewlî eweyan deda li asayî Etaturk bikenewe û zorîş li dilewe sersamî kesayetî û bîr kirdinewey Etaturk bun. Bedirxaniyekan le nawerastî sedey nozdehem da deselatî siyasiyan le Kurdistan da nema û emaretekeyan rûxa. Celadet û Kamiran deyanwîst ewey ke le siyasetda durandûyan le ziman û ferhengda û destî bibinewe. Binemaley Bedirxan her le diway rûxanî mîrnîşînî Botan le Estembulî û le kirêt û le çend cêyekî dîke jiyan belam hemîşe pêwendiyan legel destgakanî împiryalîstî da, be taybet destgakanî casûsî, hebuwe û kariyan bo kirdûn. Peydabûnî bîrî gorînî elfûbêtiyşî berhemêkî em bîrkirdineweye û em hawkariye bû. Emeş hîç seyir niye katêke dezanîn serçawey êdiolojiy Etaturk û Bedirxaniyekanî her yek serçaweye û her dû layan le yek kanê jehrawyan xwardûtewe “.

 

Helbet pênevêt mirov bersiva vî kabirayî bidit, ew her nagehit bilindahî ya çiyayan, lê mixabin êrîşa kirît li Kurdistana azad, li nav konferansek fermî dihêt kirin. Em êrîşî bi tawan hisab dikin û em hizir dikîn bibin dadgehê.

 

Wekî dî pêdivî çareyek bo vê kêşeyî bibînîn. Çare çi ye?

Madde (4) ji desturê Êraqî dibêjit:

Awla: Al xalkir Erebiye û al xal Kurdiye hima all xitan al rismîtan elgraf, û îçmin hu al Irliqiyin bitilîm abnahim ballxe alam.

Xamsa: Îhu likil aqilîm aw mihafive athaj aye lixe mihliye axirî lixe rismiye açafiye aja aqirt xalbiye sikanit jilik bastça talim.

Ev made ye dibêjit zimanê Kurdî fermiye lê nabêjit Soranî bi tenê ye, nê Kurmancî jî Kurdiye anku mafê desturî heye ku bi kar bihêt.

Madde (119) jî ji desturî dibêjit:

“îhu likil mihafge aw akpir tikunî aqilîm bina elî gilb balastftay îqdim bahdî girîfnîn.

Awla: Gilb min pilp alail elfî kil miclis min micalis amhafivat altî tirum tikwîn alaqilîm.

Vêca heke Behdînan bu herêm yan dever hîngê ew dişêt Kurmancî be kar bihênêt. Bi her hal deverbun yan herêmbuna Behdînan bo xwe başe û bo Kurdistanê jî baş e çunku dê dilîveyekê vekit bo federaliyetê li herêkî ku ji çend deveran pêk bihêt “wek: Behdînan, Soran, Germiyan, Baban.

 

Çi bitin, çareya kêşeya Soranî Kurmancî vê gavê ne zimanê edebî yê yêkgirtî ye, ne yek zaravê pêvanî ye “standerd “, çare ew e ya em li ber çavê xwe dibînîn: Yek zimanî û du zarav: Soranî û Kurmancî ku pêkve bi kar bihên û hêdî hêdî bigehênîn yêk wek ez her hal dibêjim: Ballindeyek bi her çengan, balan, bifirt, rewşa zimanê me vê dixwazit, pêdivêt em li ser vê rastî pê baz nedîn.

 

Ev zimane dê husa mênit, çend zaravî, çend salên din, nê welatek şeş sed salan çend parçe dê her zimanek çend parçe hebit livirê, başurê Kurdistanê, ev du zaravê ye dê li gel me çend salên dî kêş, û mirov neşêt tiştekê bikit, ew tine ku li karpêkirinê, em wan nêzîkî hev bikîn taku mercên yek zaravî, yek zimanî, zimanê edebî yê yekgirtî, bigehin, ew jî û berî her tiştî, yekgirtina welatî ye. Hîngê ev zimane dê peyda bit, dêhêt wicudê, lê nuke ev me hale.

 

Têbînî: Qewîtî êwin konferansî perwerdeyî bi lez û bez birin civata wezîran. Roja 2 / 7 / 2007  civatê axaftin li ser kirin roja dî rojnameya “Xebat “î got: Wezîrî perwerde pêşniyar û spardekanî kongirey perwerdeyî wezaretî perwerde xiste rû “li civatê “, giftugo li ser babet û projeke kira, be taybetî programî xwêndin û bekarhênanî ziman le qonaxekanî xwêndin be şêwazêkî standerta hîç kêşeyekî ziman nemênê, biryardira lîjneyek le jimareyek wezîr û serokî lîjney perwerde le perlemanî Kurdistan pêk bihênrê bo peydaçûnewey hendê birige û babetî projeke û dewlemendkirdinî û nardinî bo perleman û mirov baş nizanit çi li civata wezîran qewimî, lê hêş delîve heye ku xelk, ronakbîr û pispor û siyasetmedar nehênî ev karê çewt bibûrit.

 

Back to top button