Îro ne zû ye lê sibehê dereng e
ÎRO NE ZÛ YE LÊ SIBEHÊ DERENG ELEWRA ARŞÎVA ÇANDA KURDÎ DIMIRE Zeynelabidîn Zinar Ciwanên Hêja! Ev e li dora 600-700 salan e ku piraniya berhemên Çanda Kurdî, bi devkî dihatin gotin. Kesên digotin jî, kal û pîrên Kurd bûne. Ew kal û pîr jî, bi nave ÇÎROKBÊJ, hinek bi nave STRANBÊJ û hinek jî bi nave DERWÊŞ û GEROKAN digotin.LÊ MIXABIN ÎRO EW KAL Û PÎRÊN KURD KU HER YEK JI WAN ARŞÎVEKE ÇANDA KURDÎ BÛ, HIN BI HIN DIÇIN BER DILOVANIYA XWEDÊ. EW ÇANDA DEWLEMEND KU BI WAN RE HEBÛ JÎ, BINAX DIBE. Niha gelek bêjeyên Zimanê Kurdî, stran, biwêj, Gotinên Pêşiyan û mamik, lawik, lawje, bacî, heyranok, payizok, gotinok û wekî din hene ku tenê kal û pîrên me pê dizanin. Îcar eger niha ji devê wan neyên wergirtin û nivîsandin, bi mirina wan re, valahiyeke pir mezin çêdibe û dagirtina wê jî bo nivşên pêşerojê pir zehmet dibe. Ji ber hindê divê hûn Ciwanên Dilovan lezgîn tevbigerin û têkelî wan kal û pîran re deynin, ji devê wan bigirin û binivîsin. Bêguman ÎRO NE ZÛ YE, LÊ SIBEHÊ DERENG E. LEWRA ARŞÎVA ÇANDA KURDÎ KETIYE BER MIRINÊ Û ROJ BI ROJ BINAX DIBE. Ciwanên Hêja!Li vê mînakê binerin: Min roja Newroja 1985an dest bi berhevkirina berhemên Çanda Kurdî kiriye û hetanî dawiya 1996an, min 32 berhemên Klasîkên Kurdî digel gelek destnivîs berhev kirine û min 1.710 perçeyên Folklora Kurdî ji devê kal û pîrên Kurd wergirtine û daye wergirtin (Ji wan nêzê 30-40 stranî, ji şerîdan hatine wergirtin). Yên dî hema bêje her yek ji devê her yekî/yekê hatiye wergirtin. Mixabin îro ji wan kal û pîran, zêdetirê 500 kesî, ne li jiyanê ne! Bêguman, axaftina rast û dirust, ew e ku kal û pîrên me, mela û şêxên me pê dipeyivin. Divê hûn herin ba wan kal û pîran, xasma ewên ku zêde neketine binê bandora heşifandina Kemalîzmê û wan bidin xeberdanê. Divê hûn peyvên kevnare xasma yên folklorî ji wan bipirsin û çi ji devê wan derbikeve, qeyd bikin û binivîsin. Hingê hûn karekî pîroz dikin.Lê eger ew tişt niha nêyên nivîsandin, bi mirina wan re, valahiyeke mezin çêdibe û dagirtina wê jî pir zehmet e. Hûn her roj dibînin ku filan kal û pîr, li jiyanê ne, lê sibehê hûn dibînin û ew mirine. Hêvîdar im ji hemû ciwanên Kurd û pir jî rica dikim, her yek li herêma xwe dest pê bike û van tiştên ku li jorê hatine gotin, ji nava xelkê berhev bike û binivîse. Xasma jî herin ba kal û pîran û van tiştan ji devê wan werbigirin û binivîsin.Dema hûn dinivîsin jî, navê kesê gotî û temenê wî/wê binivîsin û digel tarîxa roja gotinê û navê xwe jî wek AMADEKAR binivîsin. Guh nedin vide û wirde, karê xwe yê pîroz bikin û xizmeta çanda xwe bikin.Eger hûn vî karî bikin, hûn berpirsyariya xwe bi cih tînin û hûn karekî pîroz jî dikin. Mêjû dê we di nava dilê her kurdekî de bihêwirîne… Silava Xwedê li we bit, hûn di nêv aramî û êminatiya Yezdanê dilovan de li jiyanê berdewan bibin… Bi hêviya xebateke lezgîn, her şad û bextewer bin… Gundê Çirçirkê 06/ 04/ 2016[email protected]