Civak

Îro li Hewlêrê 100 hezar şitlên daran tê çandin

Ev Helmet li hemû qeza û û nahiyeyên tixûbê parêzgeha Hewlêra paytexta Kurdistanê li xwe digre.

Li daxuyaniyeke ragihandina parêzgeha Hewlêrê de hatiye belav kirin ku îro pênçşem 05.03.2020 ji aliyê Dr Ferset Sofî Parêzgerê Hewlêrê û Sasan Ewnî Wezîrê Bajarvanî û Geştuguzariya Hikumeta Kurdistanê hejmareke dinê ji berpirsên hikumî, helmeteke berfireh ya çandina 100 hezar şitlên daran li bajarê Hewlêrê destpêkir.

Her wiha hatiye ragihandin helmeta dar çandinê û zêdekirina rêjeya keskatiye ku ji aliyê parêzgeha Hewlêrê ve bi hemahengî li gel bajarvaniyên tixûbê parêzgeha Hewlêrê îro destpêkir. Li qonaxa yekem de li gundê Zanko ya navenda bajarê Hewlêrê birêveçû, biryare bi mebesta zêdekirina rêjeya keskatiyê, helmet li hemû qeza û nahiyeyên tixûbê parêzgeha Hewlêra paytext li xwe bigre.

Back to top button