Cîhan

Îran ketiye bin êrîşa Kuliyan

Li gor nûçeyeke Radyo Ferda di demek de ku Îran ji ber destê belavbûna virusa Coronayê dinalê, niha jî polekî kuliyan ji çol û biyabanên Başûrê wî welatî ve belav dibin.

Li vî derbarî de Reza Mîr Peyvdarê Rêxistina Xweparastina Zemîniya Îranê got: Polek kulî ji Rojhilatê Efrîqa û nîv girava Erebî ve hatine û me kariye bi bikaranîna maddeyên qirkirinê ve rûbirûyê wan bibîn.

Her wiha balkişandiye li ser wê yekê ku hejmara kuliyan gelek zêdeye û piştî reşandina maddeyên qirkirinê wiha li kuliyan miriyan kiriye ku qebareya wan digihe 10 heta 15 cm.

Her wiha got: Metirsiya polê kuliyan ji ya virusa Corona gelek metirsîdartire, ji ber ku hemû tiştekî ser rêyên xwe dixwin.

Back to top button