Civak

Îro kurda berê xwe daye Barzan

Bi minasebeta salvegera koça dawî ya serokê nemir Mistefa Barzani bi hezaran hemwelatê berê xwe didin barzan ji bo serdana mezarên nemiran bikin. Kurd her sal 1ê Adarê ji bo wefayê, ji bo bîranina serokê nemir berê xwe didin gundê Barzan û mezarên nemiran ziyaret dikin.Ji hemû deverên Kurdistanê xelk bi girsahî vê serdanê dikin. Taybetî îsal Kurdistan pêvajoyek gelek hesas de derbas dibe. Her dema di tevgera kurd de alozî çêbibe, di rêya serxwebûna Kurdistanê de asteng pêyda dibin Barzani , rêbaza Barzani dibe çareseriya derbasbûna astengan. 

Back to top button