Polîtîk

Bi Ebadî re rêkeftin nayin kirin

Endamê Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Seidî Pîre di konferanseke rojnamevanî de got ku, bi Ebadî re rêkeftin nayin kirin, ji ber ku îro tiştekî dibêje, sibe jî poşman dibe.Endamê Polîtburoya YNKê Seidî Ehmed Pîre bersiva peyamnêrê K24ê da û got, Helwesta Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ew e, dixwaze wek hikûmetên berên Iraqê şerê derûnî bi xelkê Kurdistanê re bike.Tekez kir jî, ew hewlên Ebadî ti bandorê nakin, ji ber ku berê ezmûna wan heye, ji ber wê divê Ebadî ligel Herêma Kurdistanê rêk bikeve.Demek e di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê li ser pişta budceya Herêma Kurdistan ji budceya giştî ya Iraqê, şandina mûçeyên fermanberan û vekirina firokxaneyên Herêma Kurdistanê nakokî hene.Herî dawî jî, berî du rojan daxistina firokxaneyên Herêma Kurdistanê ji aliyê hikûmeta Iraqê ve ta dawiya meha Gulanê hat dirêjkirin.Seidî Pîre tekezî li wê jî kir, divê piştevaniya hikûmeta Herêma Kurdistanê di vê rewşê de were kirin, ji ber ku ew li ser riyeke rast in. 

Back to top button