
Hikûmeta Iraqê hinek biryarên din li dijî Herêma Kurdistanê da.Konseya asayişa Iraqê îro bi serokatiya serokwezîr Heyder Ebadî civiya. Piştî civînê, daxuyaniyek ji aliyê ofîsa Ebadî ve hate ragihandin.Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku di civînê de tekîd li ser bicîhanîna ferman û biryarên ku ji ber referandoma serxwebûnê li dijî gel û hikûmeta Kurdistanê hatine dayîn, hat kirin.Li gorî daxuyaniyê, di civîna konseya asayişa Iraqê de biryar hat dayîn ew rayedar û karmendên Iraqê yên ku tevlî piroseya referandomê bûne, bên cezakirin. Her wiha dîsa ji Tirkiye û Îranê hat xwastin pêwendiyên xwe bi Herêma Kurdistanê re qut bikin û tenê bi Bexdayê re bidin û bistînin.Hukumeta Iraqê van biryara dide lê tu meşrutiyeta wan tuneye û hukumeta Kurdistanê van biryaran cihbicîh nake.
Her bıji peşmerge her.biji serok Mistefa Mesûd Barzan. ..Mamoste Nîviskar Sîyasetmedar PDK-T NİSÊBÎN’E WÎRAN’İM