PolîtîkRojev

Îraq nikare pêngavekê jî pavêje 

Berî çend rojan Tirkiyê bi topan havîngeha gundê Perexê li devera Zaxoyê ser bi parêzgeha Dihokê ve topbaran kir ku ji egerê wê topbaranê 9 kesan jiyana xwe ji dest da û hjmarek jî birîndar bûn. Yên jiyana xwe ji destdayî û yên birîndar ketîn hemû ji neteweya ereb bûn û xelkê Bexdayê û bajarên başûrê Îraqê bûn ku ji bo bihênvedanê hatibûn wê havîngehê.

Pişitî vê bûyerê ji hemû konc, qolaç û aliyanve peyam û daxuyanî barîn. Hindek ji wan peyam û daxuyaniyan bi zimanek diplomasî û hindek req, hişk û dijwar û hndek jî ji gefan û tolevekirinê dagrtî bûn. 

Peyam û daxuyaniyên hişk û dijwar û dagrtî ji gef û tolevekirinê ji berpirsên hukumet û partîyên îraqî derketin. Berprsên îraqî bi van daxuyaniyan xwest nîşa raya gşitî ya Îraqê bidin ku ew di xema welatiyên xwe dane û xwîna îraqiyan bi nirix û buhaye û ev tawan bê tolevekirin derbas nabe. Vê yekê baweriyek di nav hindek kurdan da çêkir ku eve çend sale xelkê svîlê kurd li başûrê Kurdistanê ji encamê topbaran û bombebarana leşkerê Tirkiyê şehîd û birîndar dibin û kes dengê xwe nake,  lê vê carê ji ber ku ereb in berpirsên îraqî qiyamet rakir. Di rastiya xwe da ne wesaye, hikumet û berpirsên îraqî hindek armancên din ji wan daxuyaniyan hene:

 Berpirsên hikumet û partiyên siyasî yên Îraqê dixwazin bi van peyam û daxuyaniyan û dirûşmên vala fokusa cadeya îraqî li ser gendelî, dizî, nebûna xizimetegozarîyên bingeyîn bibe ser pirsên neteweyî û serweriya Îraqê û xelkî bi hindek tişitan ve mijûl bikin û kirîza serokkomariyê, serokwezîrtiyê û pêkanîna hikumetê ku eve 10 meh bi ser encamdana hilbijartinan ra derbas bûn, jibîra xelkî bibin.

Îraq heta hevkê ya ketiye di nav  şer, pevçûn û nakokiyên netewî, tayfî û mezihebî. bi taybetî nakokiyên di navbera aliyên şîye da, ev peyam û daxuyanî bazarek û mizayeda  siyasîye û her kesatî, berpirsî û partîyek  dixwaze xwe ji yê din muxlistir û nişitimanperwertir nîşan bide û reya cadeyê ber bi  aliyê xwe ve bikêşe.

Eger Îraq rast dibêje ku dê rêaksiyonek dijwar li dijî PKK û Tirkiyê nîşan bide, hema bila ji cîbicîkirina rêkeftina şingalê dest pê bike û gropên neyasayî ji nav bajêr derbixe û polîsê federalî eminyeta wê deverê biparêze, lê nikarin, xwe cerband, çend careka leşkerê Îraqê ber bi wê deverê ve bi rê ket lê gropên çekdar yên derveyî yasayê pêşiya wan girt û leşkerê Îraqê nekarî derbasî deverê bibe.

Îraq nikare pêngavekê jî pavêje 

NB

24.07.2022

Nêrîn/Şirove 

Back to top button