Polîtîk

Iraq li himber Kurdistanê erkê xwe pêknaynê

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê,I pêşwazî li Jan Kobîs nûnerê taybetiyê Neteweyên Yekgirtî (NY) bo karûbarên Îraqê û şandeya pê re kir û di civînekê de har du aliyan behsa pêşhatên dawiyê yên rewşa Îraqê di warê siyasî û leşkerî de kir.Barzanî û nûmnerê NY bo karûbarên Îraqê di civînê de rewşa wîlayeta Enbar ku senterê wîlayetê, bajarê Romadî berî çend rojekan ketiye bin destê terorîstên DAÎŞ, rewşa emnî bi giştî, rêkekftina navebra Hewlêr û Bexdayê û qanûna budceya giştiya Îraqê ya sala 2015ê nirxand.  Her du alî li ser wê yekê hevfikir bûn ku, herêma Kurdistanê bi lihevhatina navbera Hewlêr û Bexdayê pabden bûye û wezîfeya li gor wê lihgevahtinê ketiye ser Hewlêrê cîbicî kiriye.Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê dilgiraniya xwe li hember wê yekê diyar kir ku, hikûmeta Îraqê bi lihevhatina navbera Hewlêr û Bexdayê pabend nebûye û ew lihevatin bi piştgirî û daxwaziya Neteweyên Yekgirtî, Amerîka û Birîtaniyayê bûye. Serokwezîr daxwaz ji  wan her sê aliyan kir û rola xwe bilîzin û zixtê li Îraqê bikin wê rêkeftinê cîbicî bike û budceya herêma Kurdistanê bide.Her du aliyan tekîd li ser zêdetir hevkarî û hevahengiya  navbera rêxistin û ajansên ser bi NY û hikûmeta herêma Kurdistanê, bi taybetî di warê rûbirûbûna metirsiya zêdebûna hijmara koçber û penaberan bo herêma Kurdistanê, kir.Di civînê de tekîd liser wê yekê hat kirin  ku divê civaka navdewletî zêdetir bi rola xwe rabe û hevkariya saziyên hikûmeta herêma Kurdistanê û rêxistinên ser bi NY bi btaybetî yên ku li herêma Kurdidstanê di warê însanî de akr dikin, bike.

Back to top button