Polîtîk

Iraq ji bo êrîşên Tirkiye acize

Bejedarê hukumeta Iraqê Dr. Alî Debag da xûyakirin ku, ew dê ji bo êrîşên Tirkiye li ser axa Iraqê şandekî rêbikin Enqere. Debag got ku, Tirkiye xaka axa Iraqê ihlal dike û ev yek ne ji mafê Tirkiye ye. Em dixwazin vê pirsê li gel Tirkiye bi rêya diyaloge çareser bikin. Ji bo vê jî emê şandekî bi navê hukumetê rêkin Tirkiye, da ku vê pirsê li gel rayadarên Tirkiye gênengeşe bikin.

Debag di berdewambûna axavtina xwe de got; Tirkiye pirsên xwe yên navxweyî nabe ku bi rîya destdirêjiyê li axa Iraqê bike çareser bike. Ev êrîşên Tirkiye ji aliyê hukumeta Iraqê ve gelek bûyerek nexweş tê dîtin. Eger ev êrîş berdewambin dê helwesta Iraqê bête guhertin.

Back to top button