Polîtîk

Iraq, HSDê bi çavlêgirtina derbasbûna terorîstan tohmetbar dike

Artêşa Iraqê, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi wê yekê tohmetbar dike ku çavê xwe li ber derbasbûna terorîstan bo nav axa Iraqê digre.

Du roj piştî têkbirina hewldaneke derbasbûna çekdaran ji axa rojavayê Kurdistanê ji deverên bin desthilata Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bo nav axa Iraqê, duh roja înê 27ê Mijdara 2020an di civîneke çapemeniyê de Berdevkê Fermandariya Operasyonên Hevbeş ên Iraqê Tehsîn Xefacî, HSD tohmetbar kir ku çavê xwe li ber derbasbûna terorîstan digre.

Li gora nûçeya K24ê, berdevkê Fermandariya Operasyonên Hevbeş ên Iraqê Tehsîn Xefacî ragihand: “Desthilata HSDê li aliyê din ê sînor, li Sûriyê heye. Reftara ligel wan zehmet e û hinek caran ev xeletî ji aliyê terorîstan ve tê bikaranîn, hinek caran jî di rewşeke lawaz de derbas dibin, an çav li ber digrin û ji ber vê terorîstan derbasî Iraqê dibin.”

Di navbera Iraq û Sûriyê de 610 kîlometre sînor heye, loma kontrolkirina vî sînorî û rêlibergirtina hatina terorîstan bo nav axa Iraqê, karekî aloz e.

Berê jî Artêşa Iraqê rexne li rejîma Beşar Esed girtibû li ser dosyeya sînorê ligel Iraqê.

Back to top button