Iraq dixwaze bi zihniyeta leşkerî pirsa çareser bike

Kanala televizyona Elerebiye ku zimanê erebî weşanê dike li gel Mesrur Barzanî şîwirmendê civata ewlekariya netewî ya Kurdistanê di bernameyek taybet de hevpeyvînek berfireh pêkanî. Di hevpeyvînê de Mesrur Barzanî behsa rewşa Iraqê û Kurdistanê kir.

Şirove û helwesta şewirmendê civata ewlekariya netewî ya Kurdistanê gelek balkêş bûn û gelek vekirî behsa aloziyên heyî kir û helwesta kurdan jî bi awayek zelal ji raya giştî ya erebîre da xuyakirin.

Di hevpeyvînê de Barzanî da xuyakirin ku desthilata Iraqê bi awayek şaş maddeya 140-ê dinirxîne. Bexda vê madeyê tenê Kerkûkê ve girê dide. Lê ne welêye mada 140-ê deverên Kurdistanê yên derveyê herêmê û ew welatiyên kurd ku ji wan deveran hatîn derêxistin û di şûna wan de ereb cih kirnê hemiyê digirê nav xwe.

Zihniyeta îro ya desthilata Iraqê bi tu awayî destûra Iraqê cidî nagire.Hêja dixwaze arteşa pêkbîne û kêşeya heyî di rêya şer û karanîna hêzên leşkerî çareser bike. Ji bo vê jî rêkirina hêzên pêşmergeyan ji bo deverên Kurdistanê mafek rewa yê kurde.Kurd tu carî bi rêya tundî û tujiyê naxwazin pirsgirêkên heyîn çareser bikin.Em dixwazin pirsgirêkên xwe rêya  diyalogê û li gora destura heyî çareser bikin.

Di derbarê serdana serokê Kurdistanê ya hêzên pêşmergeyan li devera Kerkukê û helwesta hinek aliyan pirsek ji Mesruru Barzanî hate pirsîn. Mesruru Barzanî got: Serok Barzanî xwedan mafe û dikare serdana her deverekî bike.

Liser daxwaz a Malikî ya radestkirina şêkên hêzên pêşmergeyan  Mesruru Barzanî got:
Hêzên Pêşmerge beşekin ji hêzên Îraqê û ev yek di nava destûra Îraqê de hatiye bicîhkirin û destûra bingehîn ya Îraqê gotiye ku, mafê hêzên pêşmerge heye  weke beşek ji hêzên leşkerî yên Îraqê bibe xwedan çek û weke Artêşa Îraqê dibe ji îmkan û derfetên Îraqê fêde bigire.

Nerîna min :