Polîtîk

Erdogan li gel parlementerên kurd civiya

Serokwezîrê Tirkiyê Reced Teyib Erdogan, civîneke taybet bi parlemanên Kurd ên partiya xwe re li navenda AK Partiyê bi qederê 4 saetan kiriye. Di civînê de Cîgirê Serokwezîr  Beşîr Atalay, Wezîrê Dadê Sadulah Ergun, Wezîrê Kar û Ewlehiya Civakî Farûq Çelik, cigirê serokê komê û 13 parlemanên Kurd yên ji Bakûrê Kurtdistanê, heşt serokên bajarên Bakûr û berdevka şaxa jinan beşdarî civînê bûne.

Di civînê de li ser gelek babetên cuda axaftin hatine kirin. Xasma jî rewşa Bakûrê Kurdistanê û çareseriya ji bo rûdanên ku dibin hatiye guftûgokirin.

Parlemanên Kurd zêdetir li ser çareserkirina Pirsgirêka Kurd rawestiyane û ji bo aştiyeke rasteqîne jî pêdiviya bikaranîna zimanekê hogirane pêwîst dîtine.

Herweha veguhaztina sermaye ji bo herêmê û domandina kerên girîng ji bo welatiyan hatine guftugokirin. Axaftina nerazîbûnê li ser rakirina destnedana parlemanên BDPê jî hatine kirin.

Di civînê de axaftin li ser rewşa hevditina Abullah Ocalan û parêzerên wî, ya PKKê û mercên çekberdanê jî hatine kirin.  

Di encama civînê de çar xalên balkêş derketin holê:

1- Li Herêmê divê bi zimanekî dilovanî bi Kurdan re bête axaftin.

2- Divê plana bernameya nû bête amadekirn.

3- Divê reformên ku li Bakûrê Kurdistanê bêtin kirin, bi lezgînî çêbibin

4- Divê ji bo destneda parlamenteran rewşa sala 1994an dubare nebe.

Back to top button