Kultur

Piştî wan çi ji Tarafê tê

Rojnama Taraf ji roja dest weşanê kirî heta wek vê gavê li Tirkiye û li Kurdistana Bakur bû xwedî misyonekî. Taraf ji medya Tirkiye cewaz bû. Her nûçeya Tarafê yan jî nivîsa hinek nivîskarên Tarafê rojeva siyasî li Tirkiye serûbin dikir û bi rojan li ser helwesta wan dihat axavtin û nivîsandin.

Taraf gelek hate rexnekirin jî. Herweha ji bo helwesta Tarafê, Taraf rojane bi aliyekî ve dihat girêdan. Lê Taraf di rastiya xwe de li Tirkiye di warê medyay ê de dengek cuda bû, û gelek tişt guhertin. Taybetî sê nivîskarên Tarafê Ahmet Altan, Yasemin Congar û Neşe Duzel her nivîsandinek, hevpeyvînek yan jî nirxandinek ya xwe dibûn xwedî rojevek taybet.

Ahmet Altan

Gelek malperên kurdî ji bo giringiya nivîs û hevpeyvînên van hersê nivîskaran di malperên xwe de cig dane  nivîsandinên wan û berhemên wan wergerandine kurdî û pêşkêşî xwendevanên xwe kirine.

Carcara ji aliyê kemalistanve hatine tawanbar kirin û dijitiya wan hatiye kirin, carcara ji aliyê hukumetê ve hatine  rexnekirin û herweha carcara ji aliyê PKK-ê ve jî hatine rexnekirin. Lê wan tu cara ji dev rastiya xwe bernedan û her demî tişta rast dîtin gotin, nivîsandin û merema gihandin raya giştî.

Neşe Duzel li gel Nêçîrvan Barzanî

Taraf rojnameyek taybet bû. Cara yekem di medya Tirkî de wan Kurdistan bi kar anî û eksê hemû medya Tirkî û siyasetmedarên Tirk wan Kurdistan di nivîsandin û gotinên xwe de bê tirs karanîn.

Taraf dijitiya statukoyê gelek vekirî kir û di vê pêvajoyê de jî di rêya demokrasiyê de bû ekolek li Tirkiye.

Yasemin Congar

Niha sê stûnên rojnama Tarafê ji dev rojnama Taraf berdan. Ev hersê stûn dê li kû bin çi bikin karê wan e. Lê gelo piştî wan dê rewşa Tarafê çibe? Ev pirsek e. Gelo misyona Tarafê dawî hat? Dê rojên pêşiya me de ev bêne dîtin û bersiva van pirsan di pêvajoya weşana tarafê de bête xûyakirin.


Rojevakurd/D.Jelî

Back to top button