Cîhan

Iraq bû gola xwînê

Iraq duhî bû gola xwînê. Li gora çavkaniyên asayîşa Iraqê dayîn duh li gelek deverên Iraqê teqînên mezin çêbûn. Di encama van tewînan de 70 kesî jiyana xwe ji dest dane gelek hevwelatî jî birîndar bûne.

Tenê li bajarê Musilê 5 teqîn çêbûn û di encama van teqînan de 29 kes hatin kuştin. Li parêzgeha Diyala jî teqînek pêkhat û di encam de 13 kesî jiyana xwe ji dest dan û nêzikî 100 kesî jî birîndar bûn.

Herweha li Bexdayê jî encama dina teqanotomobilek mayin kirî 7 kesan jiyana xwe ji dest dan û 16 birîndar bûn.

Tê gotin ku piştî serdana serokwezîrê Iraqê ya Kurdistanê ev teqîn pêkhatine. Ev yek jî delile ku hinek gurubên terorist dixwazin aloziya navbera Bexdayê û Hewlêr de berdewam be.

Back to top button