Noşîrvan namzedê serokatiya Herêma Kurdistanê ye

Biryare heftiya bê hersê aliyên opozisyonê (Tevgera Goran, Komela Îslamî ya Kurdistanê û Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê) yên Herêma Kurdistanê namzedekê ji bo postê serokê Herêma Kurdistanê diyar bikin.

Berpirsê odeya peywendiyên siyasî yê Tevgera Goran Dr. Mihemed Hacî ji Rûdawê re got: “Hersê aliyên opozisyonê baş dibînin ku namzedekê wan ji bo postê serokatiya Herêma Kurdistanê hebe.”

Dr. Mihemed Hacî wiha got: “Ger ew namzed ji Tevgera Goran be, bi mîsogerî wê Noşîrvan Mistefa be.”

Nerîna min :