Pêdeviya Kurdistanê bi Mesûd Barzanî heye

Sekreterê partiya Sosiyalista Kurdistanê Mihemed Hecî Mehmûd ragehand ku, ji bo parastina aramî û tenahiya Kurdistanê û bingehên sereke yên welat ferze ku, Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê be.

Hecî Mehmûd eşkere kir ku, her kesek azade û dikare xwe bo postê Serokatiya Kurdistanê berbijar bike lêbelê Serokatî kirina Kurdistanê bi tenê bi qise û gotinan nabe, bo nimûne gelo kes dikare sibê aramî û tenahiya Kurdistanê weke îro biparêze?

Lewre ez wisa difikirim ku, bo pêvajoya niha ya Kurdistanê ti kesek ji Mesûd Barzanî baştir nikare bi başî Serokatiya Kurdistanê bike.

Nerîna min :