Hevpeyvîn

Îraq 3 milyar û 500 milyon dolaran qerzdara Kurdistanê ye

Wezîrê çavkaniyên xwezayî yê herêma Kurdistanê Aştî Hewramî got ku, pereyê şirketên biyanî yên li herêma Kurdistanê kar dikin 3 milyar û 500 milyon dolar e û divê Iraq bide.

 Li gor Basnews, deerbarê pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê de yên li ser dosyeya petrolê, Aştî Hewramî ji rojnameya Heyat re gotiye:

           Danûstandinên digel Bexdayê li gor wê yasayê birêvediçin ku mafên aborî yên Herêma Kurdistanê di dahata-hatina hikûmeta federal de destnîşan kiriye.

 Hewramî da zanîn ku hikûmeta herêma Kurdistanê berî demekê Bexda agahdar kiriye ku şirketên petrolê daxwaza 3 milyar û 500 milyon dolar dikin û ev jî mafekî destûrî ye.

 Hewramî ew tohmetên Bexdayê jî red kirin ku dibêje herêma Kurdistanê bêyî hevahengiya digel Bexdayê petrola xav dişîne derve:

          Ev karê han li gor rêkeftina digel Bexdayê tê kirin bi mercê 50% dahata wê bide şirketên petrolê û nîvê din jî vegere xezîneya dewletê, lê belê Bexdayê dest daniye ser hemû dahata petrolê.

 

 Aştî Hewramî tekez kir ku divê yasaya petrol û gazê were pesend kirin û bi baweriya wî ew yasa han dibe kilîla çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê yên li ser sektora petrolê

Back to top button