Li pêwendiyekî telefonî da li gel birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, êvariya îro 11.07.2013 birêz Joseph Biden Cîgirê Serok Komarê Emerîka ji bo serdana Serok Barzanî ya Bexda û hevdîtin û civînên li gel berpirsên Iraqê xweşhalî û piştevaniya xwe derbirî.
Her li vê pêwendiyê de birêz Biden piştgîrî û amadehiya welatê xwe ji bo hevkarî û yarmetîdana ji bo çareserkirina wan kêşe û qeyranên hatine pêş pêvajoya siyasiya Iraqê da nîşanda.