Polîtîk

Îran:Em dostê Herêma Kurdistanê ne

Di civîna xwe de ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de, Balyozê Îranê li Iraqê Îrec Mescidî tekez kir li ser piştgiriya welatê xwe ji bo dostayetiya Herêma Kurdistanê û Îranê.Roja Yekşemê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Balyozê nû yê Îranê li Iraqê Îrec Mescidî û Konsulê Komara Îslamî ya Îranê li Hewlêr, kir.Di wê hevdîtinê de, Mescidî kêfxweşiya xwe bi serdana Herêma Kurdistanê û pêwendiyên dêrîn yên di navbera herdu aliyan de nîşan da û tekez jî kir li ser pêşxistina pêwendiyên di navbera herdu aliyan de.Herwiha Mescidî amaje bi yekê kir ku Komara Îslamî ya Îranê çawa di demên dijwar de alîkariya Herêma Kurdistanê kiriye, niha jî bi hemû awayekî hewl dide bi riya diyalog û gotûbêjan pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de çareser bike. Herwiha piştgiriya welatê xwe ji bo dostayetiya di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de dûpat kir.Ji aliyê xwe ve, Serokwezîrê Kurdistanê spasiya şanda mêvan kir li ser alîkariyên welatê wan bo gelê Kurdistanê di demên dijwar de û got ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de pêwîstî bi diyalogeke cidî heye û derbarê vê yekê de jî Îran dikare roleke erênî bibîne. 

Back to top button