Polîtîk

Îranê li ser sînorê Herêma Kurdistanê tetbîqata leşkerî dest pê kir

Di dema ku aloziya di navbera rêveberiya Tehranê, Îsraîl û DYA’yê de didome, Artêşa Pasdarên Şoreşa Îranê ragihand ku li nêzî sînorê Herêma Kurdistanê dest bi tetbîqatê kiriye.

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Îranê IRNAyê, tetbîqata ku ji aliyê Artêşa Muhafizên Şoreşê ve li navçeya Qesrî Şîrîn a bajarê Kirmaşanê ya Rojhilat hatiye destpêkirin, bi armanca “zêdekirina amadehiya şer a hêzên çekdar” tê lidarxistin.

Tetbîqat wê heta 13ê Tebaxê dewam bike.

Back to top button