Cîhan

Îran û tirkiye û helwesta wan ya li ser şerê Azerbaycan û Ermenîstanê

Di derbarê şer û aloziyên di navbera Azerbaycan û Ermenîstanê da Serok Komarê tirkiye diyar kir ku ew bi hemû awayekê piştevaniyê li Azerbaycanê dikin û hişyariyê jî da Ermenîstanê ku nebê sedema dijwarbûna şer.

Ji aliyê din ve Ebas Musewî Peyvdarê Wezareta Derveya Îranê jî ragihand ku Îranê peywendî li gel her du welatan hene û daxwaz ji her du aliyan jî kiriye ku şerê niha rabigrin û bi rêya danustandinan pirsên heyî çareser bikin û Îranê amadehiya xwe diyar jî kir ku rola xwe ya wekî navbijvaniyê bibîne.

Back to top button