Cîhan

Îran tevlîheviyê dike

Şêwirmendê ewlehiya netewî yê serokê Amerîka Herbert McMaster ragihand ku îdara Amerîka giringiyê dide kêşeyê Kurdistan û Iraqê, pêwîst e serkirdatiya Kurdistan û Iraqê bi hev re kar bikin û got: “Bajarên Kurdistanê pêşketî ne, lê kirîzeke abûrî li Herêma Kurdistanê heye.”

Li ser rola Îranê li navçeyê Herbert McMaster diyar kir: “Supaya Pasdaran cudahiyên di nav YNK de  ji bo berjewendiyên xwe bikar aniye.”

Herweha McMaster eşkere got: “Îran bizavan dike dewleteke wehmî ava bike daku şerekî taifî mezhebî pêxîne û tevliheviyê li navçeyê çêbike. Ew rewşa ku Îran dixwaze çêke, rê li ber rêxistinên terorîstî vedike ku nakokiyên taifî ji xwe re bikarbînin û li ser wê bingehê terorê belav bikin.”

McMaster dibêje, Tirkiye û Qeter piştevanên sereke yên hizra tundrewiya îslamî ne, ku berjewendiyên welatên rojava dike armanc 

Back to top button