Îran li Bexdayê zanîngeh vedike
Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî li gel Balyozê Îranê li Bexda civiya û her dû alî vekirina beşekê Zanîngeha Tehranê ya ji bo zanistên pizîşkî li Iraqê nirxandin. Eve jî bi hengaveke dinê Tehranê ya ji bo kontrolkirina kerta zanist û xwendin û çanda Iraqê tê zanîn.
Li gor daxuyaniya Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî, Nebîl Kazim Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî li gel Îrec Mescidî Balyozê Îran li Bexda civiya û behsa bi hêzkirina peywendiyên zanistî û çandî ya di navbera her dû welatan kirin.
Civînê de balkişandine li ser wê yekê ku bi girîngiyê ve behsa danustandina zanistî û akademî ya di navbera zanîngehên Iraq û Îranê kirine, bi cûreyek ku jîngeyeke guncaw birexsênê, ji bo danustandina asta zanist û zanyariya zanîngehên her dû welatan û li nav wan de vekirina beşa Iraqê ya Zanîngeha Tehranê ya ji bo zanistên pizîşkî hatiye guftûgokirin.