Vê carê tirkan kolberekê Kurdê Rojhilatê Kurdistanê kûştin

Rêxistina Mafên Mirovan Hengaw ragihand li encama destdirêjiya fîşekê raste rast ya hêzên dewleta tirkiye, kolberek hatiye kuştin û sê kolberên din jî birîndar bûne.

Îro yekşem 24.05.2020 Rêxistina Mafên Mirovan Hengaw li daxuyaniyek da ragihand: “Li bilindahiyên devera Xecê Xatûn ya li tixûbê tirkiye, desteyek ji kolberên Kurd rastî êrîşa gulleyî ya raste rast ji aliyê hêzên dewleta tirkiye bûne û bi vê sedemê jî kolberekê xelkê Makuyê hatiye kuştin û sê kolberên din jî birîndar bûne.”

Her wiha balkişandiye li ser wê yekê ku ew kolberê hatiye kuştin navê wî Qadir Yadsare û temenê wî 22 sale û xelkê gundê Dêm Qişlaqî ya ser bi bajarê Makuye. Nasnameyên birîndaran jî heta niha nehatiye eşkere kirin.

Wekî tê zanîn eve çendîn care dewleta Îranê çendîn kolberan kûştiye, lê vê carê xûyaye di navbera her du dewletan de hevkarî hatiye kirin ku li ser axa Îranê êrîşî wan kolberan hatiye kirin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: