Civak

Dîsa ciwaneke Kurd kûştin û gotin ewî xwekûştiye

Ahmet Turelî temen 21 saliye û ji xelkê Melezgirta bajarê Muşê ye û berî çend rojekê ku li bajarê Wanê leşkeriya dewleta tirkiyê dikir jiyana xwe ji dest da û ji malbata wî re gotin ewî xwe kûştiye.

Malbata Turelî ji dereva dewleta tirkiyê bawernake û ew dibêjin leşkeriya xwe xelas kiribû û wê 31ê vê mehê vegeriya mala xwe û me bileta vegera wî jî kirîbû û tu kêşe û pirgirêkeke wî tûnebû, heta ku xwe bikûje.

Ciwanê Kurdê 21 salî sê gulle li singê wî yê aliyê çepê ketine û bi gulleyên çekê G-3 êrîşî wî hatiye kirin.

Back to top button