Kultur

Divê Lîstokan da cografya Kurdistanê û pirsa Kurd li ber çav bigrin

Thomas Strong nivîskar û mamostayê Zanîngeha Wîlayeta Missouri li Amerîka dibêje: Pêwîste kompanyayên berhemhênerên Call of Duty ji bo bihêzkirina naveroka yariyan sûd ji cografya û pirsa Kurd werbigrin.

Strong dibêje: Di dema qedexeya hatin û çûnê da li malê kurê wî gelek wan yariyên vîdeoyî kiriye û ew jî neçarbûye temaşe bike. Lê belê li gor wê yekê ku ew bi xwe şarezayê warê Rojhilata Navîne û bi taybetî jî pirsa Kurd, dema temaşa yariyan kiriye, têbînî kiriye ku nexşeya Rojhilata Navîn li nav yariyê da hatiye bikaranîn bêyê wê yekê naveroka siyasî, çandî û cografiya navçeyê li ber çav bê girtin.

Yek ji wan mînakan ku behs dike, karektera pehlewanekê nav yariya vîdeoyê de bi navê Fereh Kerîm ku berhemhênerên yariyê dibêjin, hizr û bîrokeya dirustkirina li jina şervanên Rojavayê Kurdistanê hatiye wergirtin, lê belê li şûna Kurdî bi Erebî dipeyve.

Thomas Strong dibêje: Ev şaşî tênegihiştina dirustkerên yariyê li Rojhilata Navîn çavkaniya xwe girtiye û eve wekî eweye ji bo dirustkirina yariyek yan fîlmek, sûd ji çîroka keçeke Cihû werbigrî ku li destê Naziyan reviyabe, lê belê li nav yariyê yan fîlmê de nasnameya keçê bikî Krîstiyaneka Almanî û wiha pîşan bidî ku xwe ji Rûsan veşerê û bêyî wê yekê bi yek peyv jî behsa Naziyan bikî.

Back to top button