Du kolberên Kurd li tixûbên bajarê Xoyê ya ser bi parêzgeha Urmiyê bi teqîna raste rast ya hêzên çekdarên Îranê ve hatin kûştin.

Li gor raporeke rêxistina Mafên Mirovan Hengaw, êvariya roja pênçşem 28.05.2020 hêzên çekdarên Hikûmeta Îranê li navçeya tixûbiya Elend ya li bajarê Xoyê desteyek ji kolberên wê navçeyê daye ber destdirêjiya gulleyan û li encamê de du kolber canê xwe ji dest daye.

Çavkaniyeke agahdar ragihandiye ku navê wan du kolberên ku hatine kûştin Muhsîn Derwêşzade û Îbrahîm Curdîzc e. Ew du kolber xelkê gundê Kerkûş ya li qezaya Sefayîya bajarê Xoyê bûn.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: