Polîtîk

Hinek aliyên siyasî jiyana welatiyan xistiye metirsiyê

Îro în 29.05.2020 Mesrûr Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di derbarê metirsiya zêdetir belavnebûna şewba Korona peyameke belavkir û ragihand metirsiya şewba Koronaya nû (Kovid-19) gelek cîddiye û li van rojan da ji ber sistiya pêgirbûna bi rêkarên tendirustiyê, ev şewb dîsa bi lez belavdibê.

Mesrûr Barzanî li peyama xwe de dibêje: Hinek aliyên siyasî, hewla bi siyasîkirina hewlên Hikumetê yên ji bo rûbirûbûna virusan daye “Mixabin jiyana welatiyan ji bo xizmeta armancên siyasî xistine metirsiyê”.

Her wiha dibêje: “Niha ewên ku dijî rêkarên tendirustiyê tevdigerin û xelkê han dida pêgirê rêkaran nebin, divê berpirsiyariya xistine metirsiya can û tendirustiya vî xelkê bigrin stûyê xwe û dawiyê bi yarîkirina jiyana xelkê bênin.”

Li çend rojên derbasbûyî de hejmara tûşbûna virusa Korona li her dû parêzgehên Hewlêr û Silêmanî bi rêjeyeke ber bi çav zêde kiriye. Tenê doh pênçşem 34 kes li wan du parêzgehan tûşî virusê bûn.

Back to top button