Cîhan

Îran ji dardekirinê têr nabe

Li Îranê ji ber sedemên tecawiz û qaçaxçîtiya bêhişkerê 8 kesan hatin îdam kirin.

Ajansa Nûçeyê fermî ya Îranê IRNA daxuya kir ku îro li İranê ji ber sedemên firotin û bazirganiya bêhişkerê 7 kesan hatin li Tahranê hatine îdam kirin.

Di nûçeyê de hate diyar kirin ku kesekî dî jî ji ber sucê tecawizê hatiye îdam kirin.

Hate destnîşankirin ku biryarên îdamkirinê ji aliyê Dadgeha Bilindê ve jî hatiye pesendkirin.

Li gor zagonên Îranê her tawanbar û sucdarên bazirganiya bêhişkerî û tecawizê bi sezayê îdamê ve tenê darizandin.

Back to top button