Îran: Ger Îsraîl neyê rawestandin dibe ku şer berfireh bibe
Wezîrê Derve yê Îranê Husên Emîr Ebdullahiyan ligel Nûnerê Bilind ê Derve yê Yekîtiya Ewropayê bo karûbarên derve û siyaseta ewlehiyê Borrell civiya. Abdullahiyan got ku divê sûcên şer ên ku Îsraîlê li Xezeyê dike bên rawestandin, eger nebe dibe ku şer berfireh bibe.
Wezîrê Derve yê Îranê Husên Emîr Ebdullahiyan bi Nûnerê Bilind ê Derve yê Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell re bi rêya telefonê axivî. Her li vê hevdîtinê de , derbarê pêşhatên dawî yên li Xezeyê û hevkariyên Îran û Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê (IAEA) danustandina bîr û ramanan de axivîn. Abdullahiyan got, “Eger sûcên şer ên ku Rejîma Îsraîlê li Xeze û Şerîeya Rojava dike neyên sekinandin, îhtîmala ku qada şerê li herêmê kûr bibe û berfireh bibe.”
“Dibe ku şer berfireh bibe”
Abdullahiyan anî ziman ku Îsraîl polîtîkayên piştgiriyê yên DYA’yê weke teşwîqeke ji bo dewamkirina êrîşên leşkerî yên li Xezeyê û kuştina sivîlan dibîne û diyar kir ku ev faktoreke ku metirsiya dewamkirin û berfirehkirina şer zêde dike. Abdullahiyan got, “Eger sûcên şer ên ku Rejîma Îsraîlê li Xezze û Şerîeya Rojava dike neyên sekinandin, îhtîmala ku qada şerê li herêmê kûr bibe û berfireh bibe.”
Ebdullahiyan her wiha bal kişand ser rewşa dawî ya hevkariyên Îran û IAEAyê û destnîşan kir ku ev hevkarî dê di çarçoveya teknîkî û yasayî de bidome.
Nûnerê Bilind ê Polîtîkayên Derve û Ewlekariyê yê Yekîtiya Ewropayê Borrell jî diyar kir ku divê di zûtirîn dem de rageşiya li Xezayê û Şerîeya Rojava bê rawestandin. Borrell diyar kir ku YE hewl dide ku Îsraîl pabendî hiqûqa navneteweyî bibe û wiha got: “Em di wê baweriyê de ne ku çareseriya pirsgirêka Filistînê balkişandina ser rêya dîplomatîk e û dewamkirina êrîşên leşkerî wê bibe sedema gurbûna şer.”