Cîhan

Îran dikare hêzên xwe ji Suriye vekiçîne

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Behram Qasimî dibêje ku, Eger aramî li Suriye çêbibe û Suriye ji teroristan werê pakijkirin Îran dikarê hêzên xwe ji vî welatî vekişîne.Behram Qasimî da xûyakirin ku, , welatê wî dikare, şêwirmendên Îranê yên li Sûriyê kêm bike, heger aramiya rêjeyî li Sûriyê pêk bê û dikare erkên wan jî bidawî bike, heger terorê li wî welatî têk bir.Li ser daxwaza Amerîka û Îsraîlê ya derketina Îranê ji Sûriyê, got jî: “Hebûna me li Sûriyê ne bi daxwaza welatekî sîyemîn bû, belkû li ser daxwaza Sûriyê bû, emê derkevin heger hikûmeta Sûriyê ew yek ji me bixwaze.”Axaftina wî berpirsê Îranê di demekê de ye, Rûsya Îsraîl dilniya kir, ku hêzên Îranî yên li Sûriyê bi 85 K.M ji sînorê Îsraîlê bidûr ketine.Ji destpêka şerê navxweyî yê Sûriyê ve Îranê li aliyê rejîma Sûriyê şerê grupên opozîsyon dike. Amerîka û Îsraîl bi tundî li dijî hebûna hêz û milîsên Îranî yên li Sûriyê ne.Di demên dawî de jî Îsraîlê çend caran bi firokeyên şer ve binkeyên hêzên Îranê yên li Sûriyê bombebaran kiribûn. 

Back to top button