CivakPolîtîk

Bi xweragiriya gelê me û qehremaniya Pêşmerge gelê Kurd zindî ye û îradeya wî têk neşikaye û li xebata xwe da berdewame

Serok Barzani ji bo  Konferansa Federasyona Navdewletiya Komeleyên Kurdên welatên Sovyeta berê peyamek rêkir.  Konferansa Federasyona Navdewletiya Komeleyên Kurdên welatên Sovyeta berê,  li paytextê Rusya li Moskova dicive.Peyama serok Barzani:


Bi navê xwedayê mezin û dilovanBirêz Serok û Endamên Konferansa Federasyona Navdewletiya Komeleyên Kurdên welatên Sovyeta kevinMîhvan û amadebûyên rêzdarEv dema we baş..Di sazkirina Konferansa Federasyona Komeleyên Kurdên li welatên Sovyeta kevin destxweşiyê li we dikim û ji bo hewldana yek bi yekê we yên azîz pêzanînên min heye û ji bo rêxistin û yekxistina karubar û çalakiyên komeleyên Kurdan li van welatan de, hêviya serkeftinê ji bo we dixwazim.Bi xem û mixabiniyeke zêde ve gelê Kurd bi zorê û bêyî îradeya xwe hatiye dabeş kirin û ev perçebûn wiha kiriye, gelê Kurd tûşî karesat û zulmên mezin bê û Kurd ji bo mayîna xwe berevanî û berxwedanê kiriye. Şoreşên yek bi yekê Kurdan belgeya wê rastiyê ne. Jenosayd û enfal û kîmyabaran û koçberkirin, êrîşên terorîstan û ew karesatên li ser xuşk û birayên me yên Êzîdiyan hat û dehan karesatên din û rûdanên piştî referanduma Herêma Kurdistanê her hemû ji bo nehiştin û ji navbirina gelê Kurd bûye. Lê belê pişt bi xwedayê mezin û xweragiriya gelê me û qehremaniya Pêşmerge gelê Kurd zindî ye û îradeya wî têk neşikaye û li xebata xwe da berdewame.Gelê Kurd, herdem aştî û pêkvejiyanê xwestiye û tu demekî nexwestiye zulm û sîtemê li gelên din bike û dixwaze bi aştî û serbilindiyê de bijî. Erkê me hemûyane, bi baştirîn awayî peyama aştiyê bigihînîn û cîhanê ji doza rewaya gelê Kurdistanê têbigihînîn û bidin fahm kirin. Li gel eve da jî hewla ewe bidîn peywendiya kultûrî û siyasî û dostayetiyê bi baştirîn awayî li gel gelên cîhanê dirust bikîn.Gelek xweşhalim ku hûn yên birêz, li hewla ewe dane, li rêya yekgirtin û xwe rêkxistina li ser awayeke serdemiyane, bibin pirekî bi hêz li peywendiya Kurd û ew welatên ku li nav cografya Sovyeta kevin dane. Li vir da bi derfet dizanim ku tekez li ser peywendiya dîroka di navbera Herêma Kurdistanê û Rûsya û welatên dinê Sovyeta berê de bikim ku ew dîrok li ser destê cenabê Barzaniyê Nemir bingeha wê hate danîn û gihîşte lûtkeyê. Her wiha spasiyên min jî heye ji bo siyaseta Hikûmeta Rûsya û welatên dinê wan navçeyan ya li beranber doza Kurd û rêpêdana wan ya ji bo çalakiyên siyasî û kultûrî û wê siyasetê bilind dinirxînim.Bi pêwîst jî dizanim spasî xwe yên bê payan pêşkêşî we yên azîz bikim ji bo hesta netewayetî û niştimanperweriya we û destxweşiyê li we dikim ji bo hewlên we yên ji bo parastina resenayetî û ziman û kultûra Kurd li nav xwe da. Her wiha helwesta we yên ezîz ji bo palpiştiya we li xuşk û birayên we yên li Herêma Kurdistanê di dema referandûmê de ji bîr nakîn û cihê şanazî û xweşhaliya meye. Referandûm derbirîna raya rewaya gelekî mezlûm bû bi aştiyanetirîn awayî, raste rûdanên piştî referandûmê û nepakiya hinek kesan ziyaneke mezin li gelê Kurdistanê da, lê belê we piştrast dikim niha gelê Kurdistanê bi îradeyekî bilindtir û bi hişyariyekî zêdetir maye û rû li paşarojeke geş û pêşketinê ye.Li dawiyê da eve dûpat dikim ku hûn xuşk û birayên azîz cihê hêviya mene, û piştevaniyê li kar û çalakiyên we yên çandî û siyasî dikîn û hêvîdarim konferansa we bi biryar û raspardeyên baş bi dawî bê û pirek jî bê ji bo yekxistina gotara we û Kurdên Ewrupa û gelê Kurd yên li hemû welatên cîhanê.Bimînin di xêr û xweşiyê daMesûd Barzanî 

Back to top button