Civak

Êrîşkarê nenas ku tê naskirin kiye? Video

Kanala televizyona K24ê nûçeyek belav kir. Herweha li gel heman nûçeyê vîdeoya nûçeyê jî heye.Nûçe bi temamî vî awayî ye:


Duh demjimêr 7ê êvarî, dema Kurdekî Êzdî li Almanya, beşdarî weşana zindî ya bultena demjimêr 7ê êvarî ya K24ê bû, kesekî êrîşî wî kir û lê da.Ew Kurdê Êzdî, ku bi helkefta derbasbûna 4 salan di ser êrîşa çekdarên DAIŞê de li ser Şingalê û navçeyên derdora wê, beşdarî çalakiyên vê helkeftê bibû û derbarê alîkariyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo Êzdiyan, daxuyanî dida nûçegihanê Kurdistan24ê û pesnê rola Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dida, lê piştî temambûna daxuyaniyên wî ji peyamnêrê Kurdistan24ê re, kesekî êrîşî mêvanê K24ê kir û lê da.Wî Kurdê Êzdî di nav daxuyaniyên xwe de, gotibû: Bi saya Kurdistanê Êzdî hatin parastin û em sipasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin, bê Kurdistan jiyan nabe û her kesek ji bilî vê yekê bêje, ti giringiya axaftinên wî li cem me tine ye.Herwiha di dema ku wî mêvanî ji nûçegihanê K24ê re daxuyanî dida, ew kesê nenaskirî hat pêşya kamîrê û li gel mêvan axivî, lê mêvan daxuyaniyên xwe berdewam kir û got: Bê Kurdistan jiyan nabe û her kesek ji bilî vê yekê bêje, ti giringiya axaftinên wî li cem me tine ye.Berî ku weşana zindî bidawî bibe, wî kesî bi hemû hêza xwe êrîşî mêvan kir û lê da, yekser amadebûyên çalakiyê ketin nav wan de û xwestin wan jihev cuda bikin.Ew çalakî li bajarê Giessen ê Almanya hatibû lidarxistin û hindik mabû, ku Nûçegihanê K24ê Kawa Mihemed Emîn jî ketiba ber êrîşî de.Niha ev nûçe pêwistiyek nirxandinê heye. Li Almanya yan jî deverek din yê Ewropayê dema çalakiyek tê kirin piranî kesên ku di çalakiyan de amade dibin hev nasdikin. Yan jî mirov yekî nas neke jî dizanê kiye û meyla wî/wê ya siyasî çiye.Di vê nûçeyê de ji bo çi behsa nasnama kesê ku êrîş kirî nayê kirin. Ihtimalek mezin ew kesên li wê derê amade yê êrîşker nas dike. Ew kesê nenaskirî dixweyê hevalbendê PKKê ye. Eger Kurdistan 24 vê yekê eşkere nekê , dê pêşerojê de li himber êrîşên PKKê nikaribe peyamnêrên xwe jî biparêze. Gelo ev kesê Êrîşker kiye? Alîgirê PKKê ye yan na? Di rastiya xwe de, eger K24 nasname vî êrîşkarê nede xûyakirin û wî û siyaseta pêve girêdayî bi zimanek vekirî şermezar neke, ev dibe skandalek di medyayê de.   Kî ji bo çi û çi armancê hinekan diparêzin nayê zanîn.  https://youtu.be/88kRqnakB6k

Back to top button