DosyaPolîtîk

Iran: Bi serxwebûna Kurdistanê Israîla duyemîn durust dibe

Di vê dema behsa referandumê tê kirin û di vê derbarê de gav tên avêtin, dijberên dewleta kurda çi di nava kurdan de çi ji derve ketine di nava metirsiyek mezin de.Hukumeta merkezî ya Iraqê bi rêya serokwezîrê berê yê Iraqê Nuri Malikî ji bo tevdanê di nava mala kurd de çêke her tiştekî dike û hevalbendên xwe li Kurdistanê bi hêz dike.îro li derve û Kurdistanê Îran serê dijberên serxwebûna Kurdistanê dikşîne.Serdan Nuri Maliki ya Kurdistanê di vê çerçovê de rû dide.Berpirsên Îranê vekirî dibêjin Kurdistanek serbixwe di herê mêde dibe Îsraila duyem. EV gotin jiKurdan re ne xeribîn. Gelek cara hinek aliyên ku xwe kurd dibînin ev gotin gotine.Li gorî ajansa nûçeyan a Fars, Şêwirmendê Bilind ê Rêberê Bilind ê Şoreşa Islamî Elî Xaminayî, Elî Ekber Wîlayetî di civînek parêzgarên welatê xwe de ragehand ku, heger Kurd li navçeyê bihêzbûne.Herwiha gotiye ku, Amerîka dixwaze Kudan bihêzbike li navçeyê û biniyaze Kurdistanek serbixwe damezirîne “Ev yek metirsiyek mezine li navçeyê û heger bi serket duyem Israîl durust dibe.”Elî Ekber Wîlayetî Amerîka bi wê yekê tuhmetbar dike ku, ew rêkeftinan binpêdike û got: “Dibe ku Amerîka sizayên aborî rake, lêbelê mijarek din dixe rojevê ku ew mijar li cem Îranê nayê qebûl kirin.”Naborî got: “Niha Îran gelekî bihêze û li navçeyê pêgeyê xwe heye, lewma Amerîka û welatên Rojava hewldidin ku Îran têkbişkînin û wê lawaz bikin.”Li Kurdistanê PKK, Goran û beşek YNKê li dijê serxwebûna Kurdistanê disekinin.Lê li himber vê yekê serokê Kurdistanê gelek bi biryare û kurd li dûv vê biryarê ne.  

Back to top button