CîhanPolîtîk

Armanc destwerdana li Kurdistanê ye

 Li gora nûçeya Rudawê, Parlamenterekî PDKê li Parlamentoya Iraqê derbarê serdana Serokwezîrê Iraqê yê berê Nûrî Malikî bo Silêmaniyê de radigihîne, ku armanca serdana Malikî bo bajarê Silêmaniyê destwerdan di nav karûbarên navxweyî yên Herêma Kurdistanê de ye. Di demekê de ku nakokiyên Hewlêr-Bexdayê kûrtir dibin, îro Serokwezîrê Iraqê yê berê Nûrî Malikî ku bûdceya Kurdistanê bi biryara wî hatiye birrîn, serdana Silêmaniyê kir û ji aliyê rayedarên parêzgeha Silêmaniyê û berpirsên Yekîtiya Niştîmaniya Kudistanê (YNK) ve bi germî hat pêşwazîkirin. Lê belê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi guman ve berê xwe dide vê serdanê û pêşwazî li serdana Malikî bo Kurdistanê û bajarê Silêmaniyê bi taybetî nake. Parlamenterê Fraksyona PDK li Parlamentoya Iraqê, Rênas Cano ji Rûdawê re ragihand: “Armanc ji serdana Nûrî Malikî bo bajarê silêmaniyê destwerdan di nav karûbarên navxweyî yên Herêma Kurdistanê û parçekirin û cudakirina nav mala Kurd e û jibilî wê yekê tiştek nîne.” Rênas Cano got: “Malikî qût û debar, mûçe û bûdceya Herêma Kurdistanê birriye û pêwîst e rûniştvanên bajarê Silêmaniyê li dijî hatina wî xwepêşandanê bikin.” Cano herwiha pirsyara wê yekê kir, ku gelo eger Malikî di xema tendirustiya Celal Talebanî de baya, ew wan 2 salan li kuderê bû, çima serdana Talebanî nedikir? Êdî eger tenê mebesta wî ev e ku serdana Talebanî bike, çima bi Serokê Giştî yê Gorranê Newşîran Mistefa re dicive. Îro piştî nîvro saet 15:00 li gorî dema Hewlêrê, Nûrî Malkî gihîşt firokexaneya bajarê Silêmaniyê û ji aliyê Parêzgarê Silêmaniyê Aso Fereydûn û Berpirsê Desteya Kargêrî ya Polîtboruya YNKê Mela Bextiyar û hejmarek berpirsên din ve hat pêşwazîkirin.

Back to top button