Nivîsar

Iran: bi rikberî û desthilat – durû û derewîn!

Cemal BATUN

Berî 9-10 salan, gava min mamostetiya zimanê kurdî li paytexta Swêdê – Stockholmê dikir, rûdanek ji min re balkêş hate serê min. Em li jora mamosteyan bûn. çendîn mamosteyên swêdî, ez û mamosteya bi zimanê zikmakî ya farisî (ku qaşo rikbera desthilata Iranê bû). Li wir, hevkara min a farisî rexne li sistem û demokrasiya li Swêdê girt, min di detspêkê de dengnekir. Ewê xanimê jî her çû bi tundtir êrîşê Swêd û çand û dîroka wan kir. Pesnê Iranê û dîrok û sistema wê da û da…. Min xwe negirt û got: M… xanim li Iranê tu dikare servekirî derkeve derve? Madê wê sor bû! Got: Na! Min got: Li Iranê, bi zimanê kurdî mirov dikare perwerdeyê bide zarokên dibistanê? Madê wê sor bû! Got: Na! Min got: çend Kurd li Iranê hene? Ewê got: 6-7 milyon(!) Min got baş e. Ez dizanim ku zêdetir in, lê 6-7 milyon jî : mafên wan ên ziman û çand a xwe nî ne? Bersîv neda min! Gava em derketin der, ji min re got: Cemal can, çima te li ber swêdiyan ev pirs ji min kirin, li ber wan em divê yek bin (!) Min got: Na! M…xanim gava mirov nirxên demokrasiyê biparêze, divê li her cîhekî biparêze, ne li jorên personalên mamosteyên Swêdî, herweha li welatê Iranê jî!!!

Gelek balkêş e: Min di jiyana xwe de 5 farisên Îranê ne dîtin ku li gel bidestxistina mafên neteweyî yên gelên din, bi taybetî yên Kurdan bin! Ev yek şermek mezin ji bo tevgera rikberiya Iranê û bi taybetî ya rewşenbîriya Iranê ye! Rewşenbirî – rewşenî ye, ango ronahî dan a civat û welatê xwe, parastina nirxên rewşenbirî û demokrasiyê li her dever û ji bo tevayiya mirovayetiyê. Ango: ji bo Iraniyan û rewşenbîrên Iraniyan: parastin û pêşdan a mafên rewa yên Neteweyê Kurd!.. Na xwe: gotinên mezin ê demokrasiyê û demokratbûnê yên rewşenbîrên Iranî jî derew in, mirovperestiya wan jî derewîn e! Kurdan di tevayiya dîroka mirovayetiyê de, li Mezopotamya û xaka Rojhilata Nêzîk de yek ji neteweyên ku bîngehên şaristaniyê danîn e: paşguhxistina vê rastiyê – şerm ek mezin ji bo rewşenbirîya Iranî / farisî ye!

* * * * *

Başûrê Kurdistanê, girêdayî konjuktura niha ku li Iraq a federal tê jiyandin: ber bi gavavêtinek dîrokî ji bo Neteweyê Kurd ve diçe.  Li Iraqê şerê mezhebî gihiştiye radeyek weha bêpîvan ku Kurd û Kurdistan naxwaze bibe aliyek vî şerê nemirovane! Sunniyên Bakurê Iraqê; rêxistinek weha tûndrew û terorîst wekî: Dewleta Islamî ya Iraq û şamê (DAIS) ji xwe re, ji pergala desthilatiya Malikî nêzîktir dibînin! Kurd di vê berberiya / dijminahiya Sunne û şîa de ne teref û alî ne! Kes jî vê yekê ji Kurdan nikare bixwaze! Kurd di welatê xwe: di Kurdistanê de – Li Kerkuk, şengal, Helepçe, Dihok, Silêmanî, Hewlêr û h w d de dixwazin azad û demokrat bijîn. Dixwazin ewlekariya kesî têk nedin, lê ewlekariya wan jî neyetê têkdan! Ev daxwazek herî mirovane û şaristanî ye: û mafê kesî nî ne: ji Kurdan re bibêje – bibe teref û aliyek a Iraq a tevlîhev û di nav şer de!

* * * * *

Komara ”Islamî” ya Iranê, bi tecrube û ezmûn a xwe ya durû û dualî: dixwaze hemberî Kurd / Kurdistanê cepheyek êrîşkar a dijminatiyê veke! Ji me Kurdan re, ev siyaset a bêbext û dualî ya Iranê ne tiştek nû ye! Lê, di roja îro de êrîşkirina hemû hest û daxwazên Kurdan û Kurdistanê birînek mezin vedike û Iran dê her û her di bin vî barê  dijminane de bête bibîr kirin / anîn!

Tê gotin ku Iranê, ji bo piştgiriya ji Kurdistanê re kêm bike, dê heyetan rêbike welatên piştgîr:  ku ji bo hest û helwêsta xwe ji Kurdistana serbixwe re bigûherin! Li gor diplomatên derewîn ên Iranê: qaşo dewleta Kurd, xwest û xeyala Israilê ye(!)…

Iran a derewîn: çima bidestxistina mafên Kurd hest û daxwaza Israil be, lê ne ya Neteweyê Kurd ku bi milyonan bedel ji bo azadiya Kurdistanê dan e! Ger hûn musilman û mafdar bin: ma ne, hûn berî her kesî divê azadiya gelê Kurd biparêzin! Lê, Iran ne demokrat û ne jî musilman e! Ew li gor berjewendiyên nasyonalistî tevdigere û li gor van berjewendiyên rûreş dixwaze: mafê Neteweyê Kurd / Kurdistanê: ji bo welat û dewleta xwe qebûl neke! Lê, Kurd û Kurdistan: ne mafê xwe û ne jî pêşeroja xwe ji Tehranê dipirsin. Mafdarê vê yekê – tenê û tenê xelkên Kurdistanê ne!

Komara ”Islamî” ya Iranê, herweha dixwaze di nav Kurdan bi xwe de dubendîyê durist bike! Ev siyaseta Iranê jî ne tiştek nû ye! Lê, di roja îro de : ev kar kirin, rûreşiya Iranê eşkeretir dike ku ew her ji tirsa avakirina Kurdistanek modern û demokrat, di nav hewldanên dualî, derewîn, durû de ne ku navenda siyaseta Iranê ne: ji dema berê jî û niha di dema Komara ”Islamî de jî! Ew Kurdên ku didin dûv vê siyaseta Iranê, dê tu caran di hiş û mêjiyê Kurd / Kurdistanê de neyên jibîrkirin! Dê rûpelên herî reş di dîroka Kurdistanê de, li ser wan bêtin nivîsandin! Nifşên Kurd ên dûwerojê: dê van navên xwefiroşên Iranê her jibîr neke!

Serokkomarê berê yê Iranê Rafsancanî: ji bo DAIS dibêje ku: ew navê islamê diherîmînin(!) Iran bi siyaseta xwe ya li dij gelê Kurd, navê islamê zêdetir diherîmine!!!

Stockholm: 09 Tîrmeh 2014

Back to top button