Cîhan

Rojnemevanê Swêdî poşman e

 

Raporeke Televîzyona Swêdê SVT ku destpêka heftiya derbasbûyî hatibû weşandin di nav diyasporaya kurd ya Swêdê de rê li ber gotûbêjên gerim û tund vekir. Di rapora ku li ser tirs û fikarên asûriyên li deşta Neynewa li Îraqê bûn de dihate gotin ku çavê kurdan di milk û malê xiristiyanan de ye bê ku cî bide nêrîneke aliyê kurd.

Rapor tu caran di televîzyonê bi xwe de nehate weşandin, lê li ser malpera televîzyonê di destpêkê de bi sernivîsa ”Xiristiyanên Îraqê dibine qurbaniyên êrîşa kurd ” hate belavkirin. Û bi weşandina raporê re bi taybetî li ser medyayên civakî gelek gotûbêj di nav kurdan de derketin, kesayet û dezgehên kurd nerazîbûna xwe nîşan dan. Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Swêdê Şoreş Qader Rahem dide zanîn ku piştî weşandina nûçeyê wan yekser pêwendî bi televîzyonê re danîne.

Derbarê pêşveçûnên vê dawiyê yên li Rojhilata Navîn û Kurdistanê de çapemeniya swêdî di van demên dawî de gelek nûçe û dengûbasan li ser herêmê belav dike. Bi serkeftinên eskerî yên islamî li Îraqê re kurd jî ketine nav tevgerekê û hin herêmên ku aydê Kurdistanê dibînin kirine bin destê xwe.

Federasyona Asûrî ya li Swêdê jî heftiya derbasbûyî raporeke nivîskî bi navê ”50 hezar asûrî” belav dike. Di raporê de rexneyên tûj li Hikûmeta Kurdistanê têne kirin û daxwaz tê kirin ku hêzên kurd ji deşta Neynewa ku girêdayî Mûsilê ye derkevin û alayên kurdî ji wira werine daxistin.

Rojnamevanê Televîzyona Swêdê Claes JB Löfgren, yê ku nûçeya SVT amade kiriye gava em lê digerin li derveyî Swêdê, li tatîlê ye. Ew dibêje piştî ku hin rêxistinên asûrî li wî geriyan e û rapora nivîskî gihandinê wî hin materyalên berê yên di destê xwe de jî bi kar aniye û nûçeya nêzîkê sê deqeyan ya li ser SVT bi vî awayî hatiye amadekirin.
Lê bi weşandina raporê re Löfgren pêrgî nerazîbûneke ku ew qet ne li bendê ye tê. Di nava du rojan de 50,60 name ji wî re diçin û bi riya telefonê jî gelek kesên ji rapora wî aciz lê digerin.

– Li hember ewqas reaksîyon ez şaş mam. Û min fam kir ku ev mesele ji texmîna ku min dikir gelekî meztir û kûrtir e. Kurdên ku li min digeriyan digotin em dostên herî baş yê asûriyan e û ev tohmetên ku têxin stuyê kurdan de xencereke îxanetê ye. Lê ji hêla din ve hin asûriyên ku li min digeriyan spasî dikirin ku min bal kişandiye ser rewşa wan ya aloz.

Piştî wergirtina ewqas reaksîyon Claes JB Löfgren li Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê digere û bi seroka federasyonê ya nû Sosin Guven re dipeyive.
Piştî gotûbêjên li ser medyayên civakî, bi taybetî jî yên ser Facebookê û nerazîbûna kurdan SVT sernivîsa raporê guhert. Sernivîsa berê wek me got ”Xiristiyanên Îraqê dibine qurbaniyên êrîşa kurd” bû. Sernivîsa nû ku hatiye danîn û niha jî li ser malperê ye nerimtir e: Sernivûsa nû ev e:  ”Xiristiyanên Îraqê mane di duavê de”. Ji bilî guhertina sernivîsê Löfgren li ser malpera SVT nivîseke îzahkirinê weşand û tê de behsa reaksîyon û bersiva kurdan kir.

Li Swêdê gelek dezgeh û kesayetên kurd hene ku mirov bi hêsanî dikare xwe bigihîne wan û raya kurd ji wan wergire. Lê di nûçeyê de ji bilî ku raya kurd were girtin hin xalên ku li gor gelek dezgeh û lêkolînên navneteweyî dûrî rastiyê ne jî diyar in; Wek nimûne bûyerên ku li Zaxo berya çend salan rûdabûn mîna êrîşeke li hember asûriyan hatiye danasîn, êzdî mîna miletekî cuda hatiye behskirin û keşayê ku bi texmîneke mezin li hember rêxistinên islamî banga berxwedanê dike, mîna ku li hember kurdan ev kiribe tê famkirin.

Bi riya telefonê dema em bi Löfgren re diaxivin ew li xwe mikur tê ku kêmasiyên wiha dibe ku çêbûbin û ji bo ku wî berya raporê têkilî bi kurdan re nedaniye ew xemgîn û poşman e:

– Li ser pirsa te ya bê ez di amadekirina raporê de li tu deng û nûnerên kurd geriyam, nexêr min ev nekir. Helbet ji bo vê yekê ez poşman im, gereke min kiriba. Lê ez niha jî xwedî li wê pirsgirêka bingehîn ku me di raporê de da pêş, ango ku fikarên asûriyan ku li ser deşta Neynewa hene derdikevim. 

Bi nêrîna nûnerê KRG yê Swêdê Şoreş Qadir Rahem  ev gavavêtinên SVT bi saya hişyariya ciwanên kurd yên Swêdê bûye û lewra ew spasdar e.
Belê ji bo şaşîtiyên ku wî di amadekirina vê raporê de kiriye Claes Löfgren poşman e û dezgehên kurd yên li Swêdê kêfxweş in ku kurd bêdeng nemane. Lê ji bilî vî aliyê pozîtîv yê meselê aliyekî wê yê xembar û nexweş jî heye.

Löfgren dibêje hin telefon û rexneyên ku ji wî re hatin bi rengekî xweş û objektiv behsa pirsgirêke dikirin û ew gelek tiştan ji wan fêr bûye, lê dide zanîn ku ji reaksîyonên ku ji wî re hatine hema hema nîvî bi uslûbekî nexweş û piçûkkirin bûne.

–Di uslûbê kurdan de tiştek min aciz dike. Digotin tu ehmeqekî dîn î, tu  tiştekî fam nakî. Digotin, ehmeqê ku ji tirsan naçe ciyê bûyerê û hwd. Munaqeşe û gotûbêjkirin tiştek e û gotinên wiha tiştekî din e. Mîna ku monopola wan li ser rastiyê hebe diaxivîn û eger tu ne di nêrîna wan de bî çû ji te de.

Hejmarek kesên ku em bi wan re ketine pêwendiyê radigihînin ku wan giliyê vê nûçeya SVT li cem Desteya Çavdêriya Weşanên Radyo û TVyan (Granskningsnämnden) kirine û Granskningsnämnden teyid dike ku 58 gilîyên vê nûçeyê ji wan re hatine şandin. Löfgren bi xwe nebawer e encamek ji gilî derkeve. Ew herwiha bixêrhatina nêrîn, dîtin û gotûbêjên li ser bingeheke belgehî û fakta ya bê xeberçortî û rûmetşikên dike û bangeke wî ya wiha ji bo kurdên Swêdê heye:

– Yên ku min weke ehmeq û ker dibînin ne tê de ez bixêrhatina gotûbêjeke vekirî ya bi hemû kurdan re dikim. Wekî din ez dizanim bê gelê kurd di tarîxê de rastî çiqas zordarî hatiye. Rêz û hurmeta min ji tarîxa kurd û ji daxwaza kurdan ya dewletekê re heye û ez hêvîdar im ew di nav aştiyê de bijîn.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Şoreş Qadir Rahem jî hêvîdar e ku di rewşên wiha de ciwanên kurd dengê xwe bilind bikin lê di heman demê de dîqet bikin ku zimanekî maqûl ku ne zerar lê feydê bide bi kar bînin.

BESIR KAVAK/Zeyale
[email protected]

Back to top button