Îran berdewam çiyayên herêma Kurdistanê topbaran dike

Deverên “Berbezîn û Sîdekan” ji aliyê hêzên rejîma Îranê bi tundî û bi awayekî berdewame têne topbarankirin û bi sedema topbaranên Spaha Pasdaran zirarek zêde gihiştiye deverê.

Heyama 11 rojan e ku Spaha Pasdaran deverên di navbera “Başûr û Rojhilatê” Kurdistanê topbaran dike û zirar û ziyanek zêde gihiştiye bax û rezên gundnişînên Herêma Kurdistanê.

Ew kiriyarên Spaha Pasdaran a rejîma Îranê di halekê de ye ku li Kurdistan û Îranê xelkê bêzarbûyî bi awayekî yekgirtî li dijî rejîma Îranê serhildane û rijiyane ser şeqaman û daxwaza mafê xwe dikin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: